Rûsya: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist

Rûsya: Amerîka li Sûriyê li hedefên ne girîng xist

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku deverên ku Amerîkayê li Sûriyê kirine armanc ne bin erd bûn an jî ne baregehên ku bi pergalên parastinê dihatine parastin bûn, "Ji bo jinavbirina wan herî zêde 10 moşek bes bûn."

A+A-

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku êrişên li dijî Sûriyê ji Tengavê, Behra Sor, û Behra Spî û ji devera El Tenef ku Amerîkayê li Sûriyê bi awayekî derqanûnî dagîr kiriye, bi moşekên kruz ji berr û behrê avêtine pêk hatiye.

Berdevkê navhatî da zanîn ku radarên Sûriyê 103 armancên hewayî hatine tesbît kirin û lê zêde kir ku ew bo têkşikandinê hatine şopandin.

‘JI BO JINAVBIRINA VAN AVAHIYAN HERÎ ZÊDE 10 MOŞEK BES BÛN'

Berdevkê wezaretê, "di dîmenên ku medya rojavayê belavkirine de tê xuyakirin ku hedefên ku tên rûxandin ne deverên veşartî ne û bi çavê serî tên dîtin. Li gorî cûreyên xwe guleyên moşekên Tomhawkan digihîje tonek û nîv hêza TNTyê. Yanî li gorî hemû cûreyên hesabkirinê ji bo jinavbirina van avahiyan herî zêde 10 moşek bes bûn.

‘BAREGEHÊN KU HATIN XISTIN NE BAREGEHÊN BIN ERDÎ BÛN Û NE BAREGEHÊN KU BI PERGALÊN PARASTINE BAŞ DIHATIN PARASTIN'

 

Konaşenkov da zanîn ku lêkolînên li Barza û Caramaniyê van hesaban misoger dike û wiha pê de çû, "armancên ku Amerîka û hevpeymanên wê li Sûriyê destnîşan kirin ne baregehên bin erdî bûn û ne baregehên ku bi pergalên parastine baş dihatin parastin.

'AMARÊN SERKEFTINA PERGALÊN PARASTINÊ'

Berdevkê navhatî da xuyakirin ku pergalên parastinê yên Sûriyê ji bo bergiriya êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê destnîşan kir ku 112 moşekên pergalên parastinê hatin bikaranîn. Ji pergala parastinê ya Pantsir-S1 25 moşek hatin avêtin, 23 hedef hatin jinavbirin Ji BUKê 29 hatin avêtin, 24 ji wan hatin jinavbirin. Ji Osayê 11 hatin avêtin, 5 ji wan hatin têkşikandin. Ji S-125an 13 moşek hatin avêtin, 5 ji wan hatin jinavbirin. Ji Strela-10an 5 hatin avêtin, ji wan 3 hatin jinavbirin. Ji Kvadratê 21 hatin avêtin, ji wan 11 hatin jinavbirin. Ji S-200î 8 hatin avêtin, nehatine têkşikandin lê divê amarên wê kesî şaş nekin lewra ev pergal ji bo bergiriya balafiran hatibûne sêwirandin. Ev pergal di demên bihûrî de balafireke şerî ya welatên cîran jinav biribû."

(sputnik)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin