RÛPELA NÛ BI DÎZAYNEKE NÛ DEST BI WEŞANÊ DIKE

RÛPELA NÛ BI DÎZAYNEKE NÛ DEST BI WEŞANÊ DIKE

Weşana Rûpela Nû ji vê heftê pê ve bi dîzayneke nû û sîstemeke cuda dest pê dike.

A+A-

Weke tê zanîn berîya mehekê dewleta tirk sansûr danîbû ser gelek malperên kurdî û Kurdîstanî. Rûpela Nû beşê tirkî jî kete nav vê sansûra dewletê û li Tirkiyeyê adresa beşa tirkî hatibû astengkirin.

Rûpela Nû mecbûr ma adresa xwe ya beşa tirkî biguhere. Di heman demê de me bi guherîna adresê di dîzayna malperê de hem a kurdî û hem jî ya tirkî de hin guherîn çêkirin. 

Hin guhertin di versiyonên mobîl ên Rupela Nû de jî hatin çêkirin.

Guherînên nû yên Rûpela Nû

Adres:
Kurdî: www.rupelanu.com
Tirkî: www.rupelanu.org

Versiyona telefonên mobîl
Bi rêya adresên li jêr hûn dikarin bi telefonên xwe yên mobîl jî xwe bigihîjînin Rûpela Nû
Adres:
Kurdî: www.rupelanu.com
Tirkî: www.rupelanu.org

Versîyonên APP (Android û IOS)

header-pt-0803-the-differences-google-play-vs-apples-app-store.jpgDi heman demê de hûn dikarin bi rêya telefonên xwe yên Mobîl, APPên Rûpela Nû hem kurdî û hem tirkî cuda cuda jî ji GOOGLE PLAY (Telefonên Android) û APP STORE (Iphone) ê li telefonên xwe bar bikin.


Balkêşî: Appên Rûpela Nû ji Google Play û App Store piştî heftîyekê dê bên barkirin

Reklam
Ji vê heftê pê ve di Rûpela Nû beşa tirkî de dê reklam jî bi zimanên cuda bêne weşandin. Ji kerema xwe re reklamên me bitikînin da ku alîkarîya we bigihîje Rûpela Nû.

Ev nûçe 367 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin