RÛPELA NÛ ARGÛN

RÛPELA NÛ ARGÛN

Di RÛPELA NÛ de -ger Xwedê got erê-, bi rêya elektronên ku esmanê me wek tevnekê vedigirin, min dil heye bi navê ARGÛN ji xwe re quncikekê kirê bikim

A+A-

ARGÛN*

Mahmûd Lewendî

Di RÛPELA NÛ de -ger Xwedê got erê-, bi rêya elektronên ku esmanê me wek tevnekê vedigirin, min dil heye bi navê ARGÛN ji xwe re quncikekê kirê bikim, bi xêra vê quncikê dem bi dem carna elektronên bîr û rayên xwe yên li ser gelek babetan bişînim nav wê tevna elektronî ya li asîmanan.

Di vê quncikê de ez ê elektronên rexneyî, pêkenînî, lêkolînî, folklorî, edebî û hê gelek cûreyên din bînim ba hev û bişînim nav wê tevna li asîmanan, êdî her kes û şîyan û karîna computera xwe; li gor "hêza bedewî" ya computera xwe hûn ê jî karibin bê-pere û belaş wan elektronên li jor belavbûyî bi awayekî berev bikin û bînin mala xwe di wê pencereya xwe ya biçûk a ku hûn hemû dunyayê tê de dibînin, lê temaşe bikin û bixwînin. Piştî ku hûn bixwînin, bê guman hûn ê carna hêrs bibin, carna bifikirin, carna bigirîn û carna jî bikenin. Elektronên hêrs û girîyan bişînin quncikeke din î dunyayê, yên din jî bi ser me de bibarînin, me qebûl e.

--------

*ARGÛN li navçeya Qerejdaxê (ku dikeve navbera Siwêreg û Diyarbekirê) di maneya "tifik"a erebî û "ocak"a tirkî de ye. Ger li derve, yan jî di bin konan de be navê wê dibe "kuçik", lê ger di hundurê xanîyî de be, wê demê jê re dibêjin ARGÛN.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin