Rûniştvanên kampa li çiyayê Şingalê li benda alîkariyên bilez in

Rûniştvanên kampa li çiyayê Şingalê li benda alîkariyên bilez in

.

A+A-

Ji ber barîna berfeke zêde rêya kampa Serdeşt a li çiyayê Şingalê hat girtin û alîkarî û pêdawîstî nagihijin niştecihên kampê û daxwaza alîkariya bilez tê kirin. Hikûmeta Iraqê jî alîkariyên bo wê kampê qût kirine.

Rêveberê xwebexş ê kampa Serdeşt Elî Şe'bo beşdarî bultena 17.00 a Rûdaw TVyê bû ku ji aliyê Şehyan Tehsîn ve tê pêşkêşkirin û behsa rewşa kampê kir.

Hikûmeta Iraqê alîkariyên bo kampê ragirtine

Elî Şe'bo diyar kir, îro ji ber barîna berfeke zêde rêya kampa Serdeştê hatiye girtin û got, “Di vê heyamê de kesên nexweş in û pêdiviya wan bi çareseriyê ye, ji kampê birine derve, lê niha careke din rê hatiye girtin.”

Rêveberê xwebexş ê kampa Serdeşt amaje bi wê jî dike, nêzikî salekê ye hikûmeta Iraqê, “bi sedemên siyasî” alîkariyên ji bo kampê ragirtine û ew helwesta hikûmeta Iraqê û girtina rêyên kampê, bûye sedem ku rewşa awareyên li ser çiyayê Şingalê xerabtir bibe.

Xelk di rewşeke zehmet de ye

Di dewama axaftina xwe de Elî Şe'bo, eşkere jî kir, beşeke zêde ya çadiran kevn in û piraniya malbatên li kampê jî gelek kêm neft li gel wan maye ku ev jî di demekê de ye, îro berdewam berf bariye û germa jî 4 pile ketiye jêr sifrê.

Elî Şe'bo daxwaz ji hikûmeta Iraqê û xelkê Şingalê dike ku zû neft, xwarin û pêdawîstiyên din bigihînîn xelkê kampa Serdeştê.

Çekdarên DAIŞê destpêka Tebaxa 2014an êrişeke mezin bo ser Şingal û derdora wê dan destpêkirin û di encamê de jibilî qetilkirin û revandina bi hezaran Kurdên Êzidî, beşeke zêde ya xelkê jî derketin ser çiyayê Şingalê ji bo ku xwe ji êrişên wê rêxistinê biparêzin.

Niha nêzikî 700 malbat li kampa Serdeşt a li çiyayê Şingalê dijîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin