Rûhanî: “Ji Sûriyê terorîstan dişînin sînorên me”   

Rûhanî: “Ji Sûriyê terorîstan dişînin sînorên me”  

Rûhanî: “Ji Sûriyê terorîstan dişînin sînorên me” 

A+A-

Serokê Îranê Hesen Rûhanî li ser şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya ku li Qerebaxê dibe, beyan da û got:

“Ji Sûriyê û ciyên din terorîstan dişinin sînorên me.”

Ragihandina nûçeyê ji aliyê televîzyona dewletê ya Îranê de hat kirin. Li gor tv yê; serokkomarê Îranê Rûhanî gotiye ku terorîstan dişînin ser sînorê Îran-Azerbeycanê û weha dewam kiriye:

“Em qebûl nakin ku hinek kes ji Sûriyê û deverên din terorîstan bişînin ser sînorên me. Divê herkes bo yekîtiya axa welatên din û rastiyên wan rêz bigre. Ji kîjan aliyê dibe bila bibe, her kî benzînê li agir bike, em wan şermezar dikin.”

Serokkomarê Îranê Hesn Rûhanî dema peyama xwe daye behsa navê Tirkiyê nekiriye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin