Roşan Lezgîn: Sala 2020an tenê 10-12 pirtûkên Zazakî hatin çapkirin

Roşan Lezgîn: Sala 2020an tenê 10-12 pirtûkên Zazakî hatin çapkirin

.

A+A-

Nivîskar Roşan Lezgîn dibêje, sala 2020an rewşa zaravaya Zazakî berevajî rewşa Kurmancî bû û eşkere kir, tenê “derdora 10-12 berhemên Zazakî hatin çapkirin.”

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Roşan Lezgîn di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa rewşa zimanê Kurdî, taybet jî rewşa zaravaya Zazakî kir.

Li Bakurê Kurdistanê sala 2020an 350 pirtûkên bi zaravaya Kurmancî hatin çapkirin û xwendin jî li gor sala 2019 ji sedî 30 zêde bû.

Roşan Lezgîn diyar dike ku di sala 2020an de rewşa Zazakî berevajî rewşa Kurmancî bû û got, “Derdora 10-12 berhemên bi Zazakî hatin çapkirin. Li Kurdistan û cîhanê derdora 5 milyon Kurdên Zaza hene. Pirtûkên tên çapkirin jî bi hewlên şexsî ne.”

Li ser sedema kêmbûna çapkirina berhemên Zazakî jî Roşan Lezgîn dibêje, “Sedemên tarîxî û sosyolojîk hene. Yek jî ew e ku di nav Kurdên Zaza de kultura xwendin û nivîsandinê gelek nû ye. Di salên 2000î de nû nû…  2011an de me yekemîn rojname derxist.”

Ew lêkolînerê Kurd tekez jî dike, cihgirtina Zazakî û Kurmancî bi hev re di weşanan de “ji bo aqlê netewayetiyê girîng e. Lê ji bo pêşketina çand, edebiyat, wêjeya Zazakî, bandora sereke ên xwerû bi Zazakî bin dikin.”

Roşan Lezgîn di dewama axaftina xwe de daxwaza xwe derbirî ku di kenalên Kurdî de cih bi Zazakî jî bê dayîn û got, “Di Başûr de gelek keda me heye, gelek şexsiyetên me yên mezin hene ku kedeke gelek mezin dane û di demên heyatî de ked dane. Em dixwazin di televîzyonên Başûr de qet nebe rojê nîv saetê bulteneke bi Zazakî hebe” û pêşhatên li Kurdistan û cîhanê bi Zazakî jî bên belavkirin.

Derbarê bendewariyên xwe ji sala 2021 ji bo Zazakî jî Lezgîn ameje bi hebûna “faktorên gelek xerab” dike û dibêje, “heta ew aktor ranebin ez nikarim di hêviyeke mezin de bim. Bo nimûne, ew mafên di dema demokratîzekirinê de bi Kurdan hatine dayîn, hatin pûçkirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin