Ronî Elî: Eyn îsa bikeve, tê wateya ku dixwazin projeya Kurdan ya 

Ronî Elî: Eyn îsa bikeve, tê wateya ku dixwazin projeya Kurdan ya 

.

A+A-

 Pispor û şîrovekarê siyasî Ronî Elî diyar dike, "Dema Girê Spî, Efrîn diçe û îro jî heger Eyn îsa biçe ev tê wateya ku hêzên navdewletî dixwazin projeya Kurdan ya federalîzmê hilweşînin."

Ronî Elî do di axaftina xwe ya ji K24 de bal kişand ser girîngiya Eyn Îsa û diyar kiriye: "Berê navê wê derê Bozan bû. Berî sedsalan ev der qada şkestina Kurdan bû. Lê ez dibêjim îro Eyn Îsa wekî erdnîgarî gelek giring û stratejîk e. Li ser rêya M4ê ye. Em wekî Kurd doza Sûriyeke federal dikin. Sûriyeke namerkezî û federaliyeke cografî be. Dê Kurd wekî netew qezenc û mafên xwe biparêz in."

Ronî Elî di berdewamiya axafitina xwe de dide zanîn: "Lê ez dibêjim dema Girê Spî, Efrîn diçe û îro jî Eyn Îsa biçe, ev tê wê wateya ku hêzên navdewletî dixwazin projeya Kurdan ya federalîzmê hilweşînin. Bi rastî ev cihê metirsiyê ye. Hêvî ew bû ku aniha dewletên di Sûriye de bikarin rê li ber vê xwîn, wêran, talan û bombebaranên rojane bigrin.

Ew dewletên zilhêz, heger bixwazin projeyekê li ser erdê pêk bînin, ez bawer im wê bikarin pêk bînin. Demeke zêde naxwaze. Krîza Suriyeyê 10 salan kêşa. Ez bawer im dewletên zilhêz dixwazin Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe pêk bînin wekî qada nakokiyan bikar tînin."
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin