Romaneke polêsî: Şopa Xeterê

Romaneke polêsî: Şopa Xeterê

Rohat Alakom

A+A-

 

Berhemên kurdî ku qala Swêdê dikin, mijara wan Swêd e yan jî bûyerên van berheman li Swêdê derbas dibin, hertim bala min kişandiye/dikişîne. Bi saya van çavkaniyên edebî ez dixwazim fêr bibim ka gelo ev welatê ku kurdan ji xwe re wek welatê duwem hilbijartine di van berheman de çawa xuya dike. Piraniya bûyerên romana nivîskar Mehmed Dehsiwar ku berî çend hefteyan bi navê Şopa Xeterê hat weşandin li Stockholmê derbas dibin (APEC, 2017, 378 rûpel). Rast e ev romana Mehmed Dehsiwar romaneke polêsî ye, lê belê xwendevan gelek caran rastî dersên vicdanî jî tê û dide pey wan lehengên ku di rêya rast de ne. Mirov ji çend agahî û bûyerên dîrokî fêr dibe û dibîne ku salên 1980-1987an zêdetir di romanê de derdikevin pêş. Dema ewrên reş û tarî dagirtine ser Tirkiyê kurdên reben mêze kirine ku ti star êdî ji wan re nemaya, dev ji welatê xwe berdidin wek koçber, penaber dikevine rêyan û di dawiyê de beşek ji wan tên derdikevine vî welatê Bakûrê. Çawa tê zanîn bi hezaran kurd ji ber cuntaya leşkerî (1980) berê xwe dane Swêdê.

Yek ji van kurdên ku berê xwe daye Swêdê jî lehengê romanê Merdan Jîyan e ku di romanê de wek Merdan derbas dibe. Merdan di tevgereke çepên tirkan de kar kiriye û hatiye girtin. Dema ji girtîgeha Amedê derdikeve pêşiyê tê Stembolê, demekê li wir dimîne. Hevalê wî Behrî ku berî wî hatiye Stembolê gelek alîkariya Merdan dike, bi karên wî yên derketina derve mijûl dibe. Tê gotin ku bavê Behrî bi bazirganiya malê qaçaxtiyê mijûl bûye, paşê îmkanên mezin ketine destê malbatê. Behrî li Stembolê gelek têkilî pêk anîne û karê wî her çûye mezin bûye. Dema Merdan li Sembolê ye hevalê wî Behrî wî dişîne taxeke Stembolê, Bakirkoyê bona li wir li bal fîzyoterapîstekî ji êşên xwe re çareseriyekê bibîne.

Piştî vê hevdudîtinê dema Merdan dixwaze vegere here aliyê cîhê hevalê xwe Behrî nişkêve dibe şahidê gullebaran û teqînan. Merdan xwe davêje erdê. Dema bêdengî peyda dibe, radibe ser pêyan û dibîne ku pîrejin û keçek di hembêza hev de li erdê dirêj bûne û birîndar in. Merdan gelek hewl dide alîkariya wan bike. Paşê bi vê pîrejin û keçikê re têkiliyan datîne û wan bi nêz ve nas dike. Ew jî vê alîkariya Merdan ji bîr nakin. Derdikeve holê ku ev pîrejina bi navê Nezîre bi koka xwe ermen e, di zarokatiya xwe de bûye ewledê malbateke kurd û li bal wan mezin bûye. Navê bavê wê Elî û navê dayîka wê Xezal bûye. Merdan dibîne ku çend çîrokên vê pîrejinê hene ku hêjayî guhdarkirinê ne. Ev pîrejin di cîhekî de dibêje ku dema ordiyên tirk di sala 1915an de ermen ji cî û meskenên xwe leqandin, ew nefî kirine û koka wan anîne, hin zabitên tirk gelek caran sîmsar şandine nav gel bona dîtina mêran ku bixwazin bi jinên ermen re bi berdêla pereyan bizewicin.  Gelek zabıtan bi saya vê sîmsariyê pereyekî mezin ji xwe re berhev kirine. Dema Nezîre mezin dibe, kesekî bi navê Xalid re mêr dike. Lê belê zarokên Nezîre û Xalid çênabin. Di sala 1966an de dema erdhejîn (zelzele) li bajarê Gimgimê (Varto) dibe, gelek kes dimrin û bi hezaran zarok bêdê û bêbav sêwî dimînin. Carekê dema rêya Xalid li Gimgimê dikeve ew li wir rastî keçeke piçûk tê ku navê wê Şanaz e. Xalid vê keçikê tîne ji xwe re dike ewled. Xalid zû dimire. Şanaz bi salan heta salên 1980yî li bal Nezîrê dimîne. Şanaz, keça malê ya xama ku li Stembolê parêzgeriyê dixwîne bi bedewî û xweşikbûna xwe bala Merdan jî dikişîne.

Merdan bi baldarî vê xanima ermen guhdar dike. Wek detektîfan dixwaze serboriya wan fêr bibe. Eger neheqiyek li wan bûye vê carê li pey şopa sucdaran dikeve. Merdan dema kuştina Behrî û birîndarbûna Lasse de jî bi ”merdane” diçe ser kujer û zaliman. Belkî jî nivîskar ev nav bi zanetî li lehengê xwe kiriye. Bi zanetî nîn be jî divê em li vir nîşan bidin ku kirinên wî û navê wî gelek li hev hatiye. Bi saya vê naskirin û hevdudîtinê mijara komkujiya ermenan, zordestî û zilma ku hatiye serê wan di romanê de derdikeve pêş. Nezîre dema qala serboriya xwe dike, gotinê tîne ser dostayetiya di navbera kurd û ermenan jî. Di cîhekî de dîyar dike wek mînak Muhtila Begê Muksî bi hezaran ermen ji vê zilmê xelas kirine, derbasî aliyê din ê sînor kiriye.

Merdan êdî tivdarekê xwe dike bona sefera xwe ya Swêdê. Ew qasî 5 salan li wir dimîne. Bi saya têkilî û zîrektiya xwe rewşa xwe ya aborî baştir dike. Di nav demeke kurt dibe xweyê mal û milk. Ber re diçe unîversîteyê û li wir beşa dîrokê dixwîne. Pêşiya wî hertim vekiriye. Ew dixwaze destê tengezaran bigre, ji kesên di nav tengasiyê de bibe alîkar. Demekê şunda hevalekî Merdan bi navê Serdar ji welêt tê Swêdê. Bi serê xwe wek penaber dijî. Jin û zarokên wî li welêt mane. Bîna wî gelek teng dibe. Hin tengasiyan li xerîbîstanê dikişîne. Ew û Merdan gelek ji hev hez dikin, rûmeta hev digrin. Derketina destûra mayîn û kar li Swêdê bona wî dereng dikeve. Ew wek qaçax li Swêdê dijî. Carekê dema rêya wî di nav daristanê re derbas dibe dengê teqînekê tê guhê wî. Paşê Serdar du kesên çekdar dibîne ku li pey kesekî din ketine. Serdar berdewam dike ji xwe re digere. Vê carê nalîna kesekî tê guhê wî, nêzî wî dibe û dibîne ku mirovek birîndar bûye, dinale. Serdar naxwaze wî tenê bihêle dixwaze alîkariya wî bike. Paşê wî dibe mala xwe, hewl dide birîna wî qenc bike. Ji vê yekê ew Merdan agahdar dike. Ev kirina Serdar hêjayî besinandinê ye, di nav van mercên xwe yên gelek xirab de mirovahiya xwe ji bîr nake, wê demê dilê wî tenê bona vî swêdiyê birîndar, nenas lêdide! Paşê wê derkeve holê ku di esasê xwe de ev polês jî mirovekî qenc û pak e. Piştî demekê Anîta xwîşka vî polêsî ku bi xwe rojnamevan e destê xwe yê alîkariyê dirêjî Serdar bike. Di derbarê rewşa Serdar de nivîsekê di rojnameyan de belav dike. Piştî vê nivîsê destûra mayîn û kar ji Serdar re derdikeve. Kêfa Serdar tê cîh. Wisa xuya dibe ku qencî tu car nayê jibîrkirin. Paşê derdikeve holê ku ev kesê birîndar berê komîserê polês bûye û navê wî bi kurtî Lasse ye (Lars-Åke Stevenson). Lasse di derbarê kuştina Olof Palme de li pey hin rastiyan ketiye û xwestiye van rastiyan wek rapor eşkere bike. Vê carê ew dibe neyarê hevkarên xwe (polêsên ku naxwazin rastî eşkere bibin). Ji vir şunda di romanê de gelek bûyer li pey hev bi lez diqewimin. Malbata Lasse dibe dostê kurdan, di navbera wan de nêzikayî û hevkariyek peyda dibe. Lasse û xwîşka wî ya rojnamevan Anîta, Merdan, Serdar û Fermanê kurd bi tevayî li hemberî wan hêzên tarî ku di nav polêsê swêdî de hene disekinin. Carekê Hans Holmer (Serekê emnîyeta Stockholmê) ku di bûyera kuştina Olof Palme de kurd sucdar derxistibûn dibe hedefê operasyoneke Merdan û hevalên wî.

Di beşa dawî ya romanê de Merdan piştî pênc salan vedigere Tirkiyê, diçe Stembolê. Merdan û Şanaz bêsebir hêviya hev in, dixwazin hev bibînin. Piştî demekê Merdan fêr dibe ku dayîka Şanazê miriye û Şanazê ligel doxtorekî hevaltî daniye. Her çiqas ev çend sal in Şanaz û Merdan hev nabînin jî ji dûrve dibin heyranê hev. Lê belê dema mirov bi çavan ji hev dûr dikevin, bi dilan jî ji hev dûr dimînin. Herdu jî dixwazin hev bibînin, herdu jî di navbera du avan de dimînin. Di serê her yekî/yekê re ev pirsa derbas dibe: Gelo mirov dikare du kesan di carekê de hez bike? Şanaz gelek ditirse bona Merdan vê carê jî here Swêdê êdî qet venegere. Ji ber vê yekê jî hîs û aqilê Şanazê daîm her şerê hev dikin. Carina peyvên gelek şirîn ji devên wan derdikevin. Dema carekê Şanaz telefonê vedike, Merdan wiha deng dike: ”Di vê xirecirê de dengê te wek melhema ser birînê hat”. Keça swêdî Anîta jî hertim di hişê Merdan de ye. Wisa xuya dibe ku evîn wek derdê dilan hişê Merdan jî tevlihev dike. Dema Merdan li Stembolê ye carekê dixwaze bi têlefonê hal û hewalê Şanazê bipirse: ”Berî ku li Şanazê bigere, biryar da ku ji Anîtayê re têlefon veke” (rûp. 345).

Wext derbas dibe carekê dema Merdan û Şanaz diçîn aliyê Behrî ew dinêrin ku karker û personelê Behrî li hev civiyane, panîkeke mezin li cîhê karê wî heye. Hin kesan li Behrî xistiye, ew kuştiye. Ev yeka Merdan gelek bêhizûr dike. Ne li pey hev be jî di paragrafekê de êdî em peyvên şop û xeter di eynî cîhê de dibînin ku navê romanê pêk tînin (rûp.329). Di gelek cîhên din de jî xwendevan rastî peyva xeterê tê, roman êdî dibe romana xeterê. Merdan vê carê bi pirs û pirsiyar li pey şopa kujer yan jî kujeran dikeve, kes nizane kê Behrî kuştiye. Lê belê dîsa jî ew dixwaze bûyer ronî bibe. Gelek kesan dibîne, wan guhdar dike. Yek ji wan jî Sêrdî Beg e, kurdekî ji aliyê Qersê ye ku li Stembolê dimîne. Ew dostekî Behrî ye, gelek jê hez kiriye. Ew wek “Sêrdiyê kurd” tê nasîn, hevalê hunermend Yilmaz Guney û heyranekî mûzîka kurdî bûye. Merdan dema ji Stembolê tê Swêdê birayekî xwe û birayekî Behrî dide ser karê Behriyê ku berî demekê ji aliyê kujerên nedîyar de hatibû kuştin.

Di dawiyê de Merdan tê Swêdê. Anîta, birayê wê Lasse, Serdar tên pêşiya Merdan. Jin û zarokê Serdar jî ligel Merdan di eynî rojê ji Stembolê tên Swêdê. Ew dibin gelek kes, di texsiyekê de cîh nabin. Bi du texsiyan siyar dibin berê xwe didin Stockholmê. Lasse, Serdar û zarokên wî li texsîyekê sîyar dibin, Anîta û Merdan jî dikevin hundurê texsiyeke din bi marka volvo ku Anîta dajo. Anîta raste-rast Merdan dibe mala xwe. Dema dikevine hundirê malê Anîta tavilê bi lezo-bezo wî berbi oda razanê dibe.

Nivîskar Mehmed Dewsîwar di vê romana xwe de wek mînak xwestiye bi saya mînaka Nezîrê li Stembolê û bi saya mînaka Hasse li Stockholmê hin mekanîzmayên mirovî bide bikaranînê, aktîf bike bona çend mijarên nemirovî rûreş û sosret bike. Lehengê yekem Merdan wek “lehengê xelaskar” heyraniyeke mezin di romanê de peyda dike. Nivîskar Mehmed Dehsiwar ne tenê xwestiye bi kuştin, teqîn û dilopên xwînê kelecana xwendevanan bilind bike. Ew zane ew çi dike. Wî herwiha xwestiye çend mijarên ku mirovahî gelek hewcedarî wan e derxe pêş yan jî xwendevanên xwe di vê rê de seferber bike. Nivîskara swêdî Åsa Schwarz jî di romaneke polêsî de wek Mehmed Dehsiwar xwestiye çend pirsgirêkên mirovahiyê mîna hawirdor, jîngeh niqaş bike. Piraniya bûyerên vê romana bi navê Firişteyek Mirî (En död ängel) li Serhedê li hêla Agirî, Îdir, Qers û Aniyê derbas dibin (Binêre: Rohat Alakom, Åsa Schwarz li Welatê Serhedê, Basnews, 24-30 Tîrmeh 2017).

Bi kurtî dikarim bêjim ku ev berhema Mehmed Dehsiwar gelek balkêş e. Dema min dest pê kir ez vê ev romanê bixwînim min gelek caran nedixwast ji dest berdim. Min di nav du-sê rojan de bi hewaskarî ew xwend. Ne tenê ev hewaskariya min, romanê bi xwe jî bi zimanekî edebî û bi mijarên kelecanî xwe dida xwendinê (*)

___

* Şaxa ser kaxiz a vê danasînê wê di kovara Bîrnebûnê de bê weşandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin