Romanek ji dilê Anatolîya Navîn: LI BENDA KESKESORÊ

Romanek ji dilê Anatolîya Navîn: LI BENDA KESKESORÊ

--

A+A-

Perîn Esmeroglu

Werin em bi hev ra herin nav salên 1820-1850. Jîyan û adetên kurdên Anatolîya Navîn, bibin mîvan û wan nas bikin.  Berî 200 salan li gundê Mikaîla (Polatli) kurd çawa jîyanin, serpêhatîyên wan, orf û adetên wan.

Ew eşîr bûn, li bin kona dijîyan, serokê eşîra wan hebû, navê wî Hecî Biram beg bû. Os lawê wî bû, ji qezayeke ku bi destê dîya wî bibû, lêva wî ya jorê qelişîbû, jêra digotin Osê Sêlêv. Osê bi vê pir diêşîya. Çiqas mezin dibû problema devê wî û lêva wî jê re dibû astengî, vê astengîyê welê dikir ku ji nav eşîra xwe û hezkirîyên xwe dûr diket.

Dilê wî ketibû Hewê, lê ji ber lêva xwe ya qelişî, ji şerm û fedîya ti caran xwe nêzî wê nedikir. Hêvîyeka Osê hebû, ger di bin keskesorê re derbas bibûya daxwaza wî ew ê bihata cî. Lê nebû. Osê dîsa sêlêvî ma.

Rojekê konê xwe, malbata xwe, evîna xwe ya ku ji dûrî jê hez dikir li dû xwe hêla û çû tevî karwanê ku diçû Istenbolê bû. Serê sibehê dîya wî ferq kir ku Osê wenda ye. Pir lê gerîyan lê mixabin nedîtin.

Osê li Istenbolê li Dergaha Mewlana Xalid digere. Li Mizgeftê dibe mîvan û bi alîkarîya melle û xwendekarên dergahê dest bi xwendinê dike ku berê jî xwendibû û dibe hafiz. Nav û dengê wî belav dibe.

Rojekê Sultan guhdarîya dengê wî dike, xeberê jê re dişîne. Tirsek bi Osê digire, ji ber ku Siltan ji bo du tiştan gazî merivan dike, yan dikuje yan jî mukafat didê.

Ev dibû sebeba herî tiştê ku di jîyana xwe da dixwest, tiştê ku ji keskesorê hêvî kiribû, lê nuha Sultan wê bi cih bianîya.

Istanbul bajarekî wisa reng bi reng bû ku, milletên cuda, dîn û ayînên cuda.

apec-foto3688-001.jpgJi xwe ji bo Osê tiştê herî balkêş jinên wan ên ku çarşeva reş li xwe dipêçandin, ew ne wek jinên eşîra wî bûn. Esnaf û dikandar piranî bajarîyên Istenbolê bûn. Ziman tirkî û osmanî bû.

Li Çarşîya Misirê kurmanc jî hebûn, wan jî karê barkirin û hemalîyê dikir.

Lêva Osê baş bûbû, ji xwe nav û dengê wî jî belav bûbû. Siltan payeyek dabû wî û ew kiribû endamê encumena muezînên Serayê.

Osê dixwest bizewice, mala wî hebe. Xeber da mele û jê alîkarî xwest. Dest pê kir ji xwe ra li xanî gerîya. Xanîyek dît û li derî xist, xwedîyê xanî xaçperestek bû. Navê wî Kevork Altunyan bû. Osê hem ji xwe ra xanî kirrî û hem jî evîna dilê xwe dît, Asparîk; keça Kevork Altunyan.

Bi hev ra zewicîn û daweteke bi nav û deng hat çêkirin. Asparîka jina wî gava ku bebik anî, ew û bebik, herdu jî mirin. Êdî tu tiştekî ku Osê li wir bihêle namabû, evîna wî tunebû. Îstenbol jê re bûbû bajarekî vik î vala û xalî, bajarê tenêtîyê. Kêfa wî û maneya jîyana wî ya li vî bajarî nemabû.

Piştî 15 salan vegerîya nav eşîra xwe. Bihîst ku evîna wî hîn jî nezewicîye û li benda wî ye. Bi hev re zewicîn, zarokên wan çêbûn.

***

Wekî ku nivîskar jî dibêje, ev pirtûk bi devoka gundê Mikaîla hatîye nivîsîn.

Serpêhatîyên eşîran û orf û adetên wan, zarokên wan çi dikin? Bi çi dilîzin, rojên xort û ciwanan çawa derbas dibe, çi karî dikin, jin rojên xwe çawa derbas dikin? Û hîn gelek tiştên din. Her tişt bi awayekî net hatîye nivisandin.

Konên kurmancan yên havîn û zivistanê li ku tên danîn. Mîvan li ku rûdinin. Xwarin û vexwarin bi çi awayî tên ber mîvanan. Dan û stendina di navbera eşîran de….

Îstenbola 200 sal berê, jîyana Sultanên osmanîyan, zimanê tirkî ya wê demê. Jîyana kurmancan, medrese û dergahên wê demê.

Hevdîtin û hevnaskirina keç û xortan û ciwanan berî zewacê. Rehetîya zewaca di navbera musulman û xaçperestan de.

Şev û meyxaneyên Istenbolê.

Bi vegera nav êlê Osê dibe merivê ku herî pêşî xanî li gundê xwe ava dike. Mizgeftan restore dike.

Paşê diçe Hecê û di vegerê de ji xwe ra du koleyan tîne. Ev yek ne bi dilê jina wî ye. Navê mêrik diguherîne dike Bîlal, nave keçikê Atarîs e, naguhere ji ber ku jina wî ya berê tîne bîra wî.

Osê carna bi keçikê ra dimîne. Osê berî mirina xwe kurê xwe wenda dike. Piştî mirina kurê xwe bêdengîyek dikeve nav wan. Keçika kole jî dimire. Piştre Osê, Bîlal jî azad dike. Ji bo keçika kole (Atarîs) kevirê gorê (kêl) dide çêkirin, lê ji tirsa jina xwe dernaxe holê.

Pirtûkeka têr û tije, zimanekî cuda û naverokeka pir xweş.

Dr. Fikret Yildiz, Li Benda Keskesorê (roman), Weşanên APEC, 2018, Stockholm

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin