Romana nû ya Eskerê Boyîk ji Weşanxaneya Nasê derket!

Romana nû ya Eskerê Boyîk ji Weşanxaneya Nasê derket!

Weşanxaneya Nasê ji bo Kurdî xizmeta xwe didomîne. Weşanxaneya Nasê vê carê Romana Eskerê Boyik ya nû bi navê EVÎNA QEDEXE çap kir.

A+A-

Weşanxaneya Nasê ji bo Kurdî xizmeta xwe didomîne. Weşanxaneya Nasê vê carê Romana Eskerê Boyik ya nû bi navê EVÎNA QEDEXE çap kir.

 

Ji alîyê Weşanxaneya Nasê pirtûkekî nû derket. Pirtûk ji alîyê helbestvan û nivîskar Eskerê Boyîk hatiye nivîsandin û navaroka wê roman e.

 

Pirtûka Eskerê Boyik 223 rûpel e. Eskerê Boyik di pirtûka xwe ya nû de behsa evînê dike û dîsa xendavanên xwe mest dike.

 

Bi vê pirtûkê, Weşanxaneya Nasê ji bo Kurdî dîsa xizmetekî mezin kirîye. Hem xwedî li niviskarekî Kurd derketiye hem jî bûye wesîle ku berhemekî mezin ya wêjeya Kurdî bigihje xwendevanên Kurdî.

 

Mamoste Eskerê Boyîk bi salan e ku di warê edebiyeta kurdi de kedeke payedar dide.

Ji xwe Mamoste Eskerê Boyîk nivîskarê bi nav û deng e, ku bi salan bi hizir û nêrînên xwe di xizmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ola Êzdî de ye. Îro jî Eskerê Boyîk bi helbest, gotar û lêkolinên xwe di gelek Kovar, Rojname û Malperan de kedeke giranbaha daye.

 

Eskerê Boyîk di nava xwendevanên kurd de wek helbestvan, dramatûrg, rojnamavan, pûblîsîst tê naskirin. Lê Eskerê Boyîk berî her tiştî bi ruh û hizrê xwe ve helbestvan e, pêşewitîyê ziman û çanda kurdî ye. Ev Romana vî jî (EVÎNA  QEDEXE) bi dil û bi tehma helbestê hatîye nivîsandin. Heta niha bi dehan pirtûkên wî yên helbestan, çend roman, her wiha gelek lekolînên wî yên zanyarîyê ser ola êzdîyan, bi sedan gotarên din çap bûne.

 

Heta niha pirtûken wî yên helbestan ku hatine weşandin ev in:  Şiverê, Tirenc, Kulîlkên Çiya, Kulîlkên Birîndar, Heyf , Govenda Herfan, Duaya Serê Sibê, Oda Çîrokan, Ez Kilameke Melul im. Mijara helbestên wî zêdetir xweza û evînî ye. Romanek “Deftera kurdekî penaber”, roman-çîrok “Bahoz, “Xezeva resan”, romana “ Xezaba Xwedê” û ' Tolhildan' di salên dawîyê çap bûne. Berhemên wî li Yekîtîya Sovyêta berê li Ermenistanê, Swêdê, Almaniyayê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ronayî dîtine.

RÛPELA NÛ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin