Romana Mehmet Uzun ‘Tu’bi îtalî weşîya

Romana Mehmet Uzun ‘Tu’bi îtalî weşîya

Marîlungo dibêje, “Werger pira herî xurt e di navbera çandan de, nivîskaran û xwendevanan de, guhdêr û axêveran de. Ez hêvîdar im digel baldarîya li ser berxwedana kurdan li dinyayê, baldarîya li ser wêje û çanda wan jî zêde bibe.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Werger hêmaneke sereke ye ku wêje û çanda neteweyekî bi dinyayê dide nasîn û berbelav dike. Wêje û zimanê kurdî jî ji hîmên xwe yên zexm niha xwe nûjen dike û divejîne. Cara pêşî romanek ji kurmancî li îtalî hate wergerandin û bû hêvîyek ku şopekî dayne ji bo gelek xebatên xweşik. Li ser vê wergerê, wergera romana ‘Tu’ ya Mehmed Uzun em bi wergerê wê re, bi Francesco Marîlungo re axivîn. Marîlungo dibêje, “Werger pira herî xurt e di navbera çandan de, nivîskaran û xwendevanan de, guhdêr û axêveran de. Ez hêvîdar im digel baldarîya li ser berxwedana kurdan li dinyayê, baldarîya li ser wêje û çanda wan jî zêde bibe.”

 

Birêz Francesco Marilungo, tu dikarî bi kurtayî ji xwendevanên kurdî re xwe bidî nasîn? Ji xeynî kurdî û îtalî tu bi kîjan zimanî dizanî?

Francesco Marilungo: Baş e. Ez di sala 1983’yan de li gundekî piçûk ê li perava Deryaya Adriatîk ji dayik bûm. Min li Romayê li Zanîngeha Sapienza xwendina Wêjeya Îtalî kir. Di sala 2009’an de min dest bi serdana Tirkîyeyê kir. Di sala 2010’î de ez çend mehan li Stenbolê mam û li wir li Enstîtuya Çandê ya Îtalyayê xebitîm. Di îlona (rezbera) 2010’an de ez wekî Cîgirê Comenius hatim Amedê. Ez du salan li wir mam. Di sala 2011’an de, min bi derhêner Tommaso Vitali re, belgefîlma "This Was Hasankeyf" (Ev Heskîf bû) çêkir. Di sala 2012’yan de min li Zanîngeha Exeterê li ser Edebîyata Kurdî û Tirkî dest bi bernameya doktorayê kir. Di sala 2015’an de zarokek me çêbû û ez vegerîyam gundê xwe. Ez ji bo rêxistineke civaka sivîl a herêmî kar dikim, û lêkolîna me li ser wejêya Îtalî, Kurdî û Tirkî berdewam e. Ji xeynî kurdî û îtalî ez bi tirkî, îngilîzî, hindik frensî, spanî û latînî dizanim. Daxwaza min heye ku ez soranî û erebî jî fêr bibim, lê wextê min qet tune. 

 

Te çawa dest bi hînbûna kurdî kir? Tu çawa hîn bûyî? Ji xeynî kurmancî zaravayên din ên kurdî jî dizanî? 

Ez nikarim bêjim ez fêrî kurdî bûme. Lê ez dikarim bêjim ku ez her roj bêtir fêr dibim. Min di sala 2010’an de li Dîyarbekirê dest bi xwendina kurdî kir. Wê demê, li dibistanekê ez wekî mamoste xebitîm û min dest bi beşdarbûna dersên Kurdî-Derê kir, li gel gelek kurdên ku dixwestin zimanê dayikê fêr bibin. Dûre min dersên taybet ji mamosteyên hêja Îbrahîm Xelil Taş û Mirad Bayram girtin. Dema ku ez li Amedê dijîm (2010-2012) min xwendina xwe domand. Dûre di îlona 2012’yan de min li Zanîngeha Exeterê dest bi doktorayê kir û li wir min bi Profesor Clemence Scalbert, Christine Allison, Deniz Ekici û Kawa Morad re xwend. Ji sala 2012’yan û pêve min hew derfet dît ku biçim Bakur. Ez ‘li sirgûnê’ xwendina xwe didomînim. Her roj ez hewl didim ku bi xwendina romanên kurdî û li peyrojname û medyayên kurdî fêrî tiştekî nû bibim. Ez nikarim pir baş biaxivim, lê ez baş dixwînim û pêşde diçim. Ev rêyek e ku ez hêvî dikim hê gelek salan dê bidome. 

 

Tu dibêjî xwendina xwe ‘li sirgûnê’ didomînim. Sirgûnî di demên borî de ji bo xebatên li ser kurdî, ji bo xwendin û nivîsandinê, ji bo Wêjeya Kurdî piranî derfetên hêja bi xwe re dianîn. Sermeselê, wekî gelekan Mehmed Uzun jî hê wê demê romanên xwe li derveyî welêt afirandin. Lê her wiha li sirgûnê mirov ne kokên xwe ye, ne di nav danûstandina zimanê xwe de ye. Gelo astengîyek heye ji bo tu werî Tirkîyeyê? 

Bêguman, hûn ji min çêtir dizanin sirgûn ji bo vejîna Edebîyata Kurdî ya hemdem çiqas girîng bû. Min ew term, sirgûn, bi taybetî bi kar anî, lê bêguman rewşa min ne ew qas bi êş e, wekî nivîskarên kurd ên mîna Mehmed Uzun û yên din. Ez nêzikî ziman û çanda xwe me, lê ez nikarim nêzî çanda ku pir jê hez dikim, yanî çanda kurdî bim. Di sala 2013’yan de ez ji Îngilistanê diçûm Tirkîyeyê, lê li balafirgehê polîsan nehişt bikevim welêt. Wan tu agahî neda min û ji min re gotin ku ew qedexeyek domdar e, yanî sînornekirî ye. Dûre, di jîyana min de gelek tişt qewimîn û min derfet nedît ku ez vegerim. Rewşa sîyasî li Tirkîyeyê pir xirabtir e. Loma wisa xuya dike, mixabin ez ê hê pir li benda rabûna qedexeyê bim. 

 

Li Îtalya kurd-kurdî, Wêjeya Kurdî tê nasîn? Ji xeynî wêjeyê haya te ji xebatên li ser kurdî heye li Îtalya? Ji Garzoni û vir ve xebatên zimanî hene gelo? 

Mixabin, Wêjeya Kurdî li Îtalyayê pir baş nayê zanîn. Bi gelemperî alîyên sîyasî yên pirsgirêka kurd bala civaka me dikişîne. Çand û wêje bi piranî hatîye paşguhkirin. Piştî Maurizio Garzoni, kevneşopîya xwendina kurdî li Îtalya rawestîya û rewşê li Ewropayê jî wisa berdewam kir. Di salên şêstî de nivîskar û wergêr Joyce Lussu li Kurdistanê digere, helbestvanên kurd nas dike, bi wan re diaxive. Hewl dide hinek helbestvanên kurd ên wekî Cegerxwîn û Pîremerd wergerîne. Lê Joyce Lussu bi kurdî nizanîbû, loma ev daxwaza wê pêk nehat. 

Dûre di salên heştêyî de Laura Schrader antolojîyeke (Canti d’amore e di libertà del popolo curdo) girîng a helbesta kurdî çap kir. Kela Dimdimê ya Erebê Şemo, hin berhevokên wêjeya devkî, bijarteyek ji helbestên Şêrko Bêkes û romaneke Bextîyar Elî hatine wergerandin. Lê ev hê hindik e. Ji bilî pirtûka Bextîyar Elî, berhemên din hemû ji weşanxaneyên pir piçûk derketin. Em nikarin bêjin ku haya civaka îtalî ji Edebîyata Kurdî çebû an jî heye. 

Îsal min "Tu" ya Mehmed Uzun wergerand, ku romana yekemîn e ku rasterast ji kurmancî li îtalî hatîye wergerandin. Niha ez li ser wergerandina Bîra Qederê dixebitim. Em hêvîdar in digel baldarîya li ser berxwedana kurdan, baldarîya li ser wêjeya wan jî zêde bibe. 

 

Piştî tecrubeya wergerandina “Tu”yê, êdî tu hînî zimanê Mehmed Uzun bûyî. Wergera Bîra Qederê ji te re hêsantir tê? 

Erê, zimanê Mehmed Uzun, hêsantir bûye ji bo min. Lê, bi dîtina min, di navbera zimanê “Tu” û yê “Bîra Qederê” de cudahîyek mezin heye. Di vê romanê de em pê dihisin ku Uzun ziman û şêwaza xwe ya vegotinê pir pêşve birîye. 

 

Berî te kesî tu pirtûkên wêjeyî ji kurdî wergerandine Îtalî? 

Nexêr. Wekî min li jor jî got, wergera rasterast ji kurmancî ya pêşî romana “Tu” ye. 

 

Çima te bi Mehmed Uzun û romana “Tu” dest bi wergera kurdî kir? 

Wekî ku min berê jî got, heta niha tu roman ji kurmancî li îtalî nehatîye wergerandin. Min dixwest bi romana ku ji hêla pir kesan ve wekî romana kurdî ya yekemîn a hemdem tê hesibandin, dest pê bikim. Ne ji ber ku ew romana min a bijare bû, lê ji ber ku di vê romana Mehmed Uzun de jî dîyar dibe ka çi zehmetîyên nivîsandina romaneke bi kurdî hene di salên 1980’yan de, nexasim ku hîn kevneşopîyek edebî ya xurt tune bû. Wekî din, di wê romanê de li ser Dîyarbekirê, bajarekî ku ez pir jê hez dikim, û ezmûna girtîgehê, ku di xeyala nûjen a kurdî de pir girîng e û li ser gelek axaftin hene. Wekî din, nivîsên Mehmed Uzun ne pir dijwar in, pir caran ew nivîsên pir hêsan in. Divê min di serî de bi wergerandina tiştekî hêsan dest pê bikira, her wiha hêdî hêdî min ê zanîna xwe ya kurdî pêşde bibira. Ez fikirîm ku kevneşopîya wergerandina Edebîyata Kurdî bo îtalî, bi romaneke nûjen, hela ji alîyê romanûsekî girîng ve hatî nivîsandin, dest pê bike wê baştir bibe.

 

Bo wergerandina navê romanê (Tu) te zehmetî nekişand. Tu dibêjî ev tesadûfek e? 

Na, ew ne tesadûfek e. ‘Tu’ di Îtalî de û di kurdî de xwedî eynî wateyê ye. Ev, di navbera van her du zimanan de nîşaneyeke nêzîkbûnê ye.

 

Gava “Tu” weşîya, li Îtalya deng da, hate bihîstin? 

Ez nikarim bêjim ku gelekî bal kişand. Min tiştek wiha hêvî nedikir. Dîsa kêm kes navê Mehmed Uzun dizanin. Hindik kopîyên pirtûkê hatin çapkirin. Em hê di destpêka rêwîtîyekê de ne û ez hêvî dikim  ev rê dirêj bibe. Lê hin nêrîn derketin di rojname û kovarên edebî de. Me danasînên xwe organîze kirin, radyoya neteweyî "Rai3" bi min re hevpeyivîn kir da ku guhdar Mehmed Uzun û bi gelemperî Edebîyata Kurdî nas bikin. 

 

Van salên dawîyê gelek pirtûkên wêjeyî ji tirkî tên wergerandin ji bo îtalî, bi taybetî derdora kovara Kaleydoskopê vê dike. Li gorî te çima eleqedarîya weşanxaneyên îtalyan ji bo kurdî nîn e an kêm e?

Bi ya min gelek sedem hene. Bazara weşangerîya îtalî ker û lal e. Ew li dû bazara weşana Ewropayê digere. Ew ji bo Edebîyata Tirkî bi taybetî piştî navdarîya Orhan Pamuk bi standina Xelata Nobelê û navdarîya Elif Şafak re vebû. Piştî wan, hin edîtor metel man û li nivîskarên din ên balkêş lê kêm navdar ên wekî Hasan Ali Toptas, Burhan Sonmez, Asli Erdogan, Ahmet Altan, Ece Temelkuran, Hakan Gunday gerîyan û wiha wergera ji tirkî geş bû. Kovara Kaleydoskopê bo belavkirina çanda tirk, an jî çanda Tirkîyeyê li Îtalyayê xebatek mezin dike. 

Her wiha di Edebîyata Kurdî de hîn jî nivîskarek ranebûye û di qada navneteweyî de navê xwe, rengê xwe bi awayekî xurt belav nekirîye. Dibe ku Bextîyar Elî di vê demê de navê herî girîng e li Ewropayê. Dema ku ew an kesek din nasnameyek xurt a navneteweyî bistîne wê hingê dê weşanxane jî zûtir nêzî Edebîyata Kurdî bibin.

Astengîyeke din nebûna sazîyên çandî yên kurdî ye ku wergeran fînanse bike. Bi gelemperî, Wezareta Çandê ya Tirkîyeyê wergerandina xebatên edebî yên Tirkîyeyê fînanse dike. Mixabin ji bo kurdî tiştekî wiha tune. 

Dawîya dawî, dema em li vir behsa kurd û Kurdistanê dikin, her gav behsa sîyasetê, tundîyê, "terorê" dikin, mijarên sîyasî û civakî her tim li pêşîya yên çandî ne.

Ji bo tu bikaribî wê pirtûkê wergerînî ferhengên kurdî têra te kirin? Di pêvajoya vê wergerê de te alîkarî ji kesî stand? 

Ez gelekî hewceyê arîkarîyê nebûm. Lê divê ez bibêjim ku ji destpêka wergerê heta dawîya wê, wergera tirkî ya Selîm Temo (yanî ‘Sen’) nêzî min bû, û di çend deman de gelekî bi kêrî min hat. Di demên din de, min ji hevalên xwe yên ji Zanîngeha Exeterê an hevalên kevn ên Dîyarbekirê alîkarî xwest. Derheqê ferhengan de: ferhenga mezin a Îtalî-Kurdî tune (lê ez bawer im hin kes li ser wê dixebitin). Bi min re ferhenga Tirkî-Kurdî ya Îzolî û Kurdî-Îngilîzî ya Michael Chyet heye. Ez ji ferhenga Wikipedia, yanî Wîkîferhengê pir hez dikim. 

 

Wergera ji kurdî ji bo îtalî çi zehmetî an jî rihetîyên wê hebûn? Sermeselê kurdî û îtalî ji heman malbatê ne, vê ji bo te rihetî çêkir? Te bêhtir di çi de zehmetî kişand? 

Berî vê pirtûkê min ji tirkî werger kiribû. Wergera ji tirkî gelek dijwarîyên wê hene, nemaze dijwarîyên hevoksazîyê. Ji ber ku binyata hevokên van her du zimanan pir cihêreng e. Lê di kurdî de rewş cuda ye: Avanîya (struktur) hevokan pir dişibe ya îtalî û ji bo vê yekê ne dijwar e. Heke te karibû şêwaza nivîsar di îtalî de bidî bes e. 

Pirsgirêkên bingehîn dema ku nivîskar bikaranînên devokî, an gotinên herêmî, vegotin an jî pîrependên ku di îtalî de tune ne bikar tîne, çêdibin. Li wir divê mirov raweste û bifikire, gelo çêtir e ku wateya wan kîte bi kîta wergerîne (bi vê yekê jî ji bo îtalî pîrependa nû dîyar bike) an jî pîrependên îtalî bi eynî wateyê bi kar bîne. Ez nizanim gelo min ya dilê xwe bi lêv kir… 

 

1-042.jpg

 

Bi ya min wergera wêjeyî dikeve nav sînorên huner û loma afirîner e, wekî hemû qadên huner dijwarîyên wê zêde ne. Te ji xeynî wergerên wêjeyî di mijarên din de jî werger kirîye. Bi ya te wergera wêjeyî dijwartir e yan li gorî nivîsaran-berheman ev diguhere? 

Tu rast î, wergerandin hunerek e. Çiqas wergêr hene ew qas jî werger hene. Girîng e ku hûn zimanê ku werger jê tê kirin baş zanibin, lê hîn girîngtir e ku hûn bi zimanê ku hûn lê werdigerînin zanibin. Her wergêr dibe ku nivîskarek be. Bêguman wergerandina berhemên wêjeyî ji pirtûkên sîyasî an jî ji reportajan dijwartir e. Ya ku wêjeyê wiha zor dike, hêja dike newaya wê, ahenga wê, pirmanetîya wê ye. Ji bo vê yekê ew li gorî nivîsaran diguhere. Mehmed Uzun, bi bawerîya min, nivîskarekî hêsan e, ku dikaribû ji min re bibe alîkar qene ez baş kurdî hin bibim, her wekî gelek kurdên ku bi romanên wî re yekem car bi zimanê dayikê pirtûkek xwendine. 

 

Ji xeynî wergera “Tu”yê çi xebat an jî wergerên te hene, çapbûyî an jî neçapbûyî? 

Heta îro, min tenê ev pirtûk ji kurdî wergerandîye, û wekî min berê got, hindik maye wergera Bîra Qederê temam bikim. Min tiştên din ji tirkî wergerandine ku bi giranî mijara wan sîyasî ye. Hêdî hêdî ez dixwazim nivîskarên din ên kurdînûs jî wergerînim û ez hewl didim ku weşanxaneyên îtalî bibînim, yên ku dixwazin Edebîyata Kurdî keşif bikin. Ez dixwazim niviskarên wekî Osman Sebrî, Firat Cewerî, Şener Ozmen, Dilawer Zeraq, Cegerxwîn, Mehmet Dicle, Hesenê Metê, Ciwanmerd Kulek û gelekên din wergerînim. Ez hewl didim berdewam bikim, pirtûkên nû û balkêş ên ku dikarin bala xwendevanên îtalî bikişînin bibînim. Dibe ku di mehên pêş de, piştî temamkirina Bîra Qederê, ez dest bi xebatên antolojîyeke helbesta kurdî ya hemdem bikim û pirtûkekê li ser dîroka Edebîyata Kurdî amade bikim; ez dixwazim berhevoka li ser dîroka Edebîyata Kurdî bi îtalî biweşînim. 

Ev ne hêsan e, ji ber ku di vê navberê de tengasîyên jîyanê, kar, qeyrana aborî, zarok hene. Lê ez hewl didim ku rihê berxwedana kurdan bistînim û bidomînim, bibim alîkar da ku Edebîyata Kurdî li welatê min her roj baştir dîyar bibe. 

 

Bo van hest, raman û keda te em malavayîya te dikin. Spas ji te re. Grazie mille.. 

Spas xweş! Prego! 

Çavkanî: Brahîm Ronîzêr-Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin