Romana Ehlam Mensûr, “Hawar” bi Kurmancî derket

Romana Ehlam Mensûr, “Hawar” bi Kurmancî derket

.

A+A-

Romana nivîskara navdar a ji Başûrê Kurdistanê Ehlam Mensûr, “Hawar” bi Kurmancî derket

Pirtûk 72 rûpel e û ji aliyê Rizgar Elegez ji Soranî ve bo Kurmancî hatiye guherandin.

Weşanxaneya Avesta, ev pirtûka Ehlam Menûsr a bi Kurmancî çap û belav kiriye.

Li ser cildê paşîn ê pirtûkê derbarê nivîskar û berhema wê de hin zanyarî hatine nivîsandin.

Li ser cildê pirtûkê ev nivîs heye: “Ehlam Mensûr nivîskar û rewşenbîra naskirî, li Başûrê Kurdistanê ku ew hê di salên 1970yî de li Koleja Edebiyatê û beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Bexdayê keseke çalak û bi gotina wê bi xwe, keseke yaxî bû, ev yaxîbûn hewldanên azabûna jinan bû bi taybet li hemberî fişar û dab û nerîtên neyînî yên çanda pederşahiyê.

Hê di destpêka çîroknûsiya wê de jî feraseta femînîzmê heye, ku ji xwendinên Simone de Beauvoir û Virginia Woolfê jî tesîr girtine.

Edebiyata wê bi xwe babetên tabûşikên dane ber xwe.

Ev kurteberhema wê ya ezmûnî, Hawar, cureyek e ku vekolana serboriyên di bîra wê da jan dide û temasa wê ya xwebixwe ku tê de azar û dengek heye. Eva wekî kirinek e bi peyv û nivîsê, rexne ye dîsa li civakê û belkî li hin nivîskarên mêr ên li wê heyamê. Wekî xeberdaneke xwe bi xwe re, lê di guhê hesas re diçe, mînanî janeke zindî dike hawar.

Ehlam Mensûr her wisa di vê kitêba xwe de, wekî xwe-axaftinekê û vegotineke derûnî dertê pêş.

Hawar derbirînek e di takekes de kûr dibe, lê wekî Ehmed Şamlû di helbesteke xwe de dibêje "ez derdê muşterek im, min bike hawar", her wisa derd û jana Ehlam Mensûrê jî janeke mirovbûnê ya muşterek dike hawar. Hawar, bi şêwaza  xwe û  derbirînên ku  temasên şa'irane jî dihewîne, berçavtir dibe.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin