Rojnameya Siûdî lêborîn ji Serok Barzanî xwest

Rojnameya Siûdî lêborîn ji Serok Barzanî xwest

Rojnameya Elweten Online a Erebistana Siûdiyê, ji ber belavkirina nûçeyeke nerast ku têde amaje bi saman û darayiyên Barzanî kiribû, bi fermî daxwaza lêborînê li serok Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir.

A+A-

Roja Şemiyê malpera rojnameya Elweten Online a Siûdiyê nûçeyek belav kiribû, ku tê de behsa darayî û mal û milkên hejmarek ji serkirdeyên payebilind ên Iraqê kiribû û navê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê nûçeya xwe de anîbû.

 

Lê belê piştre rojnameyê bi awayekê fermî daxwaza lêborînê xwest û ragihand, ku nûçeya wan bêbingeh e.

 

Rojnameya Elweten Online herwiha tevî ku lêborîna xwe xwastiye, tekez kiriye, ku ew ê derbarê nûçeyê û çavkaniya vê nûçeya şaş de lêkolînê bikin.

 

 

Wê rojnameya Siûdî di ronîkirina xwe ya di vê bareyê de ragihandiye: “Em gelek daxwaza lêbihorînê li birêz Mesûd Mistefa Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ji bo wê şaşiya ku me kiriye, ku tekez ti mebestek li pişt nebûye. Di pêşerojê de jî em dê lêkolînê li vê çavkaniyê bikin, ku em xistin nava vê şaşiyê.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin