Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dê li Efrînê bi ser nekeve

Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dê li Efrînê bi ser nekeve

Nûnerê berê yê Herêma Kurdistanê li Fransayê Akil Marceau di rojnameya Jerusalem Postê li ser Efrînê nivîsek bi sernavê "Tirkiye dê di şerê Efrînê de bi ser nekeve" weşand.

A+A-

Nivîskar dibêje ku "Tirkiyeya ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotina 'aştî li welatî, aştî li cîhanê' bi lezgînî dûr dikeve û herwiha teqez dike ku bi çekdarkirina komên selefî li li Sûriyeyê dûrî nirxên rojavayî jî dikeve."

Marceau dibêje ku " ev guherîna îslamî ya Tirkiyeyê planên dewletên rojavayî yên bidawîkirina DAIŞa ku li paytextên Ewropayê êrîşên kujende kiribûn têk dibe. Operasyona leşkerî a Tirkiyeyê ya vê dawiyê li Sûriyeyê eşkere rê li ber îstiqrara herêmê digire ku şerên giran û bi hezaran kuştî pêwîst bûn ji bo werin azadkirin."

Herwiha nivîskar dibêje ku "ji Efrînê yek gule bi ser Tirkiyeyê de nehatiye avêtin" û wiha dewam dike: Tekane behaneya Tirkiyeyê ji bo destwerdana Tirkiyeyê li Efrînê heye, ew jî astengkirina herêma kurdî ya ku li bakurê Sûriyeyê tê avakirin û pergala xwe ya hilbijartinê amade dike."

"DESTBERDANA JI KURDAN, TÊKÇÛNEKE EXLAQÎ YE Jİ DEWLETÊN ROJAVAYÎ RE"

Nivîskar di nivîsa xwe de îdîa dike ku destwerdana Tirkiyeyê dê têk biçe û wiha teqez dike ku li dû deriyên girtî dê qet destûr bo serkeftina Tirkiyeyê neyê dayîn.

Ji aliyê din ve, Marceau dibêje ku "destberdana ji kurdan dê bibe sedema têkçûneke exlaqî be ji bo dewletên rojavayî û wiha dibêje: "Ketina Efrînê tê wateya têkçûna dewletên rojavayî li himberî terorê û dê wê vegerîne wê xalê ya ku jê dest pê kiribû."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin