Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne

.

A+A-

Piştî 320 salên xebata berdewam, rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne. 

Rojnameya Wiener Zeitung ku li ser asta cîhanê rojnameya herî kevn a kaxezî ye û bi zimanê Almanî tê çapkirin û zimanhalê hikûmeta Awusturyayê ye, beriya 320 saliya derçûna xwe, hejmara xwe ya herî dawî derdixe.

Hikûmeta Awusturyayê biryar da, di meha Hezîranê de çapa kaxezî ya rojnameyê rawestîne, ku ji aliyê darayî ve pişta xwe bi wê dahatê ve girê daye ku bi rêya bacê kom dikir. Hat eşkerekirin ku piştî rawestandina çapê, di destpêka meha Tîrmehê de çapa elektronîk a rojnameyê dê li ber destê xwendevanan be.

Hejmara yekem a rojnameya Wiener Zeitung di meha Tebaxa sala 1703an de hatiye derxistin û bi dirêjahiya 300 salî, roleke girîng di rahênana zanistî de ji bo bi deh hezaran rojnamegeran lîstiye.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin