Rojnamevaniya Kurmancî

Rojnamevaniya Kurmancî

Shahîn Bekir Soreklî

A+A-

Bêtir ji 120 salan li dû derketina yekemîn rojnameya kurdî li Qahîreyê bi serpereştiya Miqdad Midhet Bedirxan, gelo rojnamevaniya kurdî gihîştibe çi astê? Di vê kurtegotarê de dê bêtir “rojnamevaniya” di nav Kurmancan de bidim pêş çavan. Rojnamevaniya di nav Kurmancan de, ger mebest rojname û kovar be, bi gavên mezin pêş ve neçûye ji ber ku a nuha çi rojname û kovarên rojane yan heftane derkevin û ji aliyê sedhezaran xwendevan ve bihên xwedin nahên dîtin. Pêş bi dehan sal Celadet Bedirxan xwediyê weşanên ji îroj baştir bû, qe nebe ji aliyê kalîteya zimên û naverokê ve. Di salên 80yan û 90an de li Ewropayê jî hewldan hebûn û li Tirkiyeyê hinek hatin weşandin, lê çi weşanên profesyonel yên bi salan domandî û bûyî xwedî xwendevanên jimarbilind neman.

 

Rojnamevaniya heye xwe bi weşanên dengî (radyo) yan dengî-wêneyî (televizyon) ve girê dide. Bêguman ev şêwe rojnamevanî di nav çend salên derbas bûnî de piçekî pêş ve çû û ji berê baştir e, lê hîn jî negihîştiye radeyeke bilind. Dezgehên hene bi pirranî bi rêxistinên siyasî ve girêdayî ne û hinek ji wan weşanên bêtir propagandayî ne. Li derve hinek dezgehên radyo hene, wek Beşên Kurdî yên Dengê Amerîka li Waşinton, SBS li Sydney û Radyoya Swêdê li Stockholm, lê ne weşanên bo tevahiya rojê berdewam in û ji welêt dûr in.

 

Bi şêweyeke giştî rojnamevanên hene bi pirranî ne rojnamevanên pispor yên li zanîngehan xwendina bilind bi serî kirin in. Rojnamevanên ku xwendina bilind di şaxên rojnamevaniyê de bi Kurmancî bi serî kiribin bawer nakim hebin. Rojnamevanên hene bi piranî ji sifrê dest pê kirine û xwe bi xwe pêş ve birine û di nav wan de hinekên baş jî hene.

 

Da ku rojnamevaniya kurmancî pêş ve biçe pêdivî bi perwerdekirina rojnamevanan heye, lê ew bi serê xwe têrê nake. Jê bêtir pêdivî bi dezgehên radyo û televizyonê heye ku dezgehên serbixwe bin û xwedî bernameyên pirralî bin, bernameyên xwe bi hemî aliyên jiyanê ve girê didin, ji mijarên civatî bigir ta yên perwerdeyî, yên siyasî û yên din. Da ku van dezgehan bikaribin karekî gellekî baş bikin divêt azad bin û sansor li ser wan nebe. Lê ger mebest pêşveçûna rojnamevaniya weşanên çapkirî be, ew nikare pêş ve biçe ta ku jimara xwendevanên bi Kurmancî bilind dibe. Ger bi bi milyonan, yan bi kêmasî bi hezaran, xwendevan rojnameyên rojane û kovarên hefteyî nexwînin rojnamevaniya bo weşanên nivîskî nikare pêş ve biçe.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin