Rojnamevanekî Kurd li Avustralyayê xelata wêjeyê wergirt

Rojnamevanekî Kurd li Avustralyayê xelata wêjeyê wergirt

Rojnameger û niviskarê kurdê Rojhilata Kurdistanê Behrûz Buçanî ye ku ji sala 2013an û vir ve li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê maye xelata herî biqîmet a Awistralyayê wergirt.

A+A-

Niviskar û rojnamegerê kurd Behrûz Buçanî ji bajarê Îlam ê Rojhilata Kurdistanê ye.

Yek ji damezrînerên kovara wêjeyê ya Kurdî Werya ye ku li Rojhilata Kurdistanê çap dibe.

Ji ber fişar û zilma Komara Îslamî ya Îranê, nivîskarê kurd neçar dimîne ji Îranê derkeve diçe Awistralyayê.

Lê belê ji ber ku serlêdana wî ya ji bo penaberiyê ji aliyê rêveberiya Melboûrneyê ve nehate qebûlkirin, li girava Manûs a li okyanûsa Pasîfîkê asê dimîne.

Girava dimîne kampa penaberan e, lê wek girtîgehekê ye. Ji ber her tim di bin çavdêriyê de ye Buçanî nikare li gor dilê xwe, li ser kaxizan bi rehetî binivsîne. Ew dikare tenê bi riya telefona xwe bi mesajên kin (sms) binivsîne û ji hinekan re bişîne. Pirtûka wî ji mesajên wî yê telefonê pêk hatiye.

Behrûz Buçanî navl pirtûka xwe “No Friend But the Mountains -Ji bilî çiyayan dost nîne” datîne. Di kitêba xwe de Behrûz Buçanî behsa rojên gravê û zextên penaberiyê dike.

Buçanî li Avustralyayê, Xelata Herî Bi Qîmet a Avustralyayê wergirt.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin