Rojnamevanê Fransî: Li Efrînê dijî Kurdên Êzdî paqijkirina etnîkî hatiye kirin

Rojnamevanê Fransî: Li Efrînê dijî Kurdên Êzdî paqijkirina etnîkî hatiye kirin

.

A+A-

Li Efrînê di encama êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, Kurdên Êzdî zerara herî mezin dîtine. Berî êrişa Efrînê nêzîkî 25 hezar Kurdên Êzdî li herêma Efrînê hebûn lê niha hejmara wan ji 5 hezaran kêmtir e. Rojnamevanê Fransî Sylvain Mercadier ji Rûdawê re got “Li Efrînê paqijkirina etnîkî û nijadperestî li dijî Kurdên Êzdî hatiye kirin.”

Di dîmenên ku ji nav gundê Qîbarê ku gundekê Kurdên Êzdî yê herêma Efrînê yê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatibûn şandin de dide nîşandan ku di êrişa van grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê bo ser herêma Efrînê, Kurdên Êzdî baca herî giran dan. Ne tenê mal û milk, mezargeh û perestgehên wan, lê heta goristanên wan jî ji destê çekdaran rizgar nebûn.

Sylvain Mercadier, rojnamevanê Fransî û pisporê rêxistinên radîkal, ku bi xwe serdana Efrînê kiribû, di  derbarê Kurdên Êzdî yên Efrînê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Rojnamevan û Lêkoler Sylvain Mercadier got “Wekî baş tê zanîn ku Efrîn herêmeke ku gelek pêkhate tê de bi hev re dijîn. Kurdên Misliman, hinek Ereb, lê gelek Êzdî lê hebûn, ku jiyaneke wan a nerîtî hebû. Gelek perestgeh û deverê rûhanî yên wan ên girîng li Efrînê hebûn ku min bi xwe jî serdana peresegeheke wan a pîroz li Efrînê kiribû.”

Mercadier, di derbarê çarenivîsa Iraqê de beşdarî panêlekê ku ji aliyê Navenda Rûdaw, Navenda Fransî û Balyozxaneya Fransayê ve li Hewlêrê hatibû sazkirin bû û got li Efrînê paqijkirina etnîkî û regezperestî li dijî Kurdên Êzdî hatiye kirin.

Sylvain Mercadier dibêje “Dema ku Efrînê kontrol kirin, ev navçe li ser destê serbaz û çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyê rastî zerer û ziyanê hat û ev yek belgekirî ye. Raport hene, bi taybet ji Neteweyên Yekbûyî û hin rêxistinên nehikûmî yên din ku ev kiryarên tawankarî şermezar kirin. Em dikarin behsa paqijkirineke etnîkî û rekzperestiyê li dijî vê pêkhateyê bikin, ji ber ku ew ji aliyê radîkalên îslamîst ve wekî gawir hatin hesibandin.”

Rojnamevan û lêkolerê Fransî daxwaz kir ku grûpên çekdar ji Efrînê vekişin û xelkê Efrînê vegerin malên xwe.

Rojnamevan û Lêkoler Sylvain Mercadier got  “Em hêvî dikin ku di demekê de ev grûp ji wê herêmê vekişin û xelkê xwecih vegerin malên xwe, ji ber ku bi deh hezaran, belku bi sed hezaran Kurdên Efrînê hatine koçberkirin.”

Beriya dagîrkirina Efrînê, nêzî 25 hezar Kurdên Êzdî li herêma Efrînê bûn. Ew li nav bajarê Efrînê û 22 gundên herêmê niştecîbûn. Niha kêmtirî 5 hezar Kurdên Êzdî mane û hin gundên wan wekî Bafelûnê bi temamî ji Êzdiyan hatiye valakirin û rê ji bo vegera wan nayê dayin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin