Rojnamevan û pêvendîkar Bakhtiyar Haddad, li Mûsilê hate kuștin

Rojnamevan û pêvendîkar Bakhtiyar Haddad, li Mûsilê hate kuștin

Haddad 41 salî bû û berî ji ji destê xwe bi gulleya keleșînkofê birîndar bûbû

A+A-

Rojnamevanê kurd ê fransîaxêv Bakhtiyar Haddadê ku di navbera gelek medyayên biyanî û xelkê herêmê de pêvendîkarî jî dikir, di 19ê hezîrana 2017an de, li Mûsilê pê li mayînekê kir û jiyana xwe ji dest da.

Haddad 41 salî bû û berî ji ji destê xwe bi gulleya keleșînkofê birîndar bûbû. Sê rojnamevanên fransî yên li gel wî ku dudu ji wan ji "șandeya taybetî" bûn jî bîrîndar bûn.

Rojnamevanên fransî, Véronique Robert û Stéphane Villeneuve, ji bo "5bis Productions"ê dixebitîn û reportajek li ser șerê Mûsilê ji bo weșana "Șandeya taybet" a kanalê France 2 amade dikirin.

Rojnamevan Samuel Forey jî ji bo rojnameya fansî Le Figaroyê dixebitî. Haddad 41 salî bû û berî ji ji destê xwe bi gulleya keleșînkofê birîdar bûbû. Li gor nûçegîhanên ku pê re hevaltî kiribûn, ew bikenê xwe û têkiliyên xwe yên xweș bihêsanî di nuqteyên kontrolê yên Kurdan re derbas dibû û bi wan bextîyar dibû. Her wiha wî zanibû berpirsên artêșa Iraqê jî îkna bike û wan di çalakiyên wan ên eskerî de taqîb bike.

Ew di havîna 2016an de weke peyamnêr beșdarî rizgarkirina Fellûceyê bûbû û ji çiriya pêșîn a 2016an virde jî beșdarî operasyonên rizgarkirina Mûsilê ji destê rêxistina terorîst a Daișê dibû. Wî alîkariya gelek rojname, radyo û televîzyonên Frasî û biyanî dikir ku șer ji nêzîk ve pêjinin.

Bakhtiyar, li Hewlêrê, paytextê herêma Kurdistanê dijiya û ji eniya șerî ne ditirsiya, diçû ku zanibe bê çawa çima șer pêșdikeve yan nakeve. Bi sivîlên bêzar û tirsiyayî yên ku ji destê rêxistina terorist filitîbûn re dipeyivî û çîrokên jiyana wan a metirsîdar ji bo medyayên fransî werdigerandin. Alîkariya birîndaran dikir. . 

Paris/Yaqûb Karademir

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin