Rojhilatê Kurdistanê: Dadgehê cezayekî giran li melayê Kurd birî

Rojhilatê Kurdistanê: Dadgehê cezayekî giran li melayê Kurd birî

.

A+A-

Mamostayekî olî yê ji Rojhilatê Kurdistanê bi 17 salên zîndanê, lêdana 74 qamçiyan û hilweşadina moleta mamostatiyê hate cezakirin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê roja Çarşemê 25ê Çileya 2023an ragihand ku dadgeriya Îranê, li melayê mizgefta Xatem Enbiya ya bajarê Ciwanro Seyfulah Hisênî, 17 sal cezayê girtîgehê biriye. Her wiha hate diyarkirin ku li mela Seyfula cezayê 74 qamçî jî hatiye birîn.

Hat diyarkirin ku Mela Seyfullah Hisênî bi propagandaya li dijî desthilatê, xirabkirina ewlehiya giştî, ji bo xirabkirina ewlehiya giştî teşwîqkirina gel û heqareta li damezirînerê Komara Îslamî ya Îranê tê sûcdarkirin.

Mela Seyfullah Hisênî di 13ê Berfanbara 2022an de, li bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê hatibû desteserkirin û ji wê rojê ve di hucreyeke yekkesî ya girtîgeha bajarê Hemedanê de tê ragirtin.

Duh Çarşemê jî hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Pîranşar 4 melayên ku daxwaza azadkirina girtiyan dikirin, desteser kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin