Rojhilat: Girtiyekî siyasî nameyek ji NYê re şand

Rojhilat: Girtiyekî siyasî nameyek ji NYê re şand

Girtiyekî siyasî yên Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê dibêje, ji ber ku wî daxwaza mafê xwendina bi zimanê dayikê kiriye, hikûmeta Îranê 40 sal zîndan bi ser wî de sepandiye.

A+A-

Çengîz Qedem Xeyrî, bi tohmeta endambûna di partiyeke Rojhilatê Kurdistanê de 8 sal berî niha ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îrnaê  hatiye girtin. Dadgeha Îranê cezayê 40 sal zîndanîkirin û herwiha dûrxistina bo bajarê Mescid Sulêyman li parêzgeha Xûzistanê bi ser wî de sepandiye.

 

Wî girtiyê siyasî yê Kurd li ser rewşa xwe nameyek ji Rêportetê Netewên Yekgirtî Yê Bo Pirsa Mafên Mirovan li Îranê, Cawîd Rehman re şandiye û di wê nameya xwe de ragihandiye, dadperwerî li Îranê miriye û cihê xwe daye tundûtîjî û tepeserkirinê.

 

Wî girtiyê siyasî yê Kurd diyar kiriye, ew weke welatiyekî daxwaza xwendin û nivîsîna bi zimanê dayikê li Îranê bûye, lê belê ji ber wê yekê ew hatiye girtin û piştre bi tohmetên ewlehiyê hatiye tohmetbarkirin û 40 sal zîndan bi neheqî bi ser de hatiye sepandin.

 

Çengîz Qedem Xeyrî ku 30 salî ye, herwiha daye xuyakirin, di nava zîndanê de rewşa wî xirab e û îmkan û pêdiviyên herî kêm dane wan.

 

Xeyrî daxwazê ji Netewên Yekgirtî dike ku ji bo nehîştina wê zulmê, guvaşan bixe ser Komara Îslamî ya Îranê.

 

Çengîz Qedem Xeyrî sala 2012an li paêrzgeha Sine hate girtin û piştî ku sizayê 40 sal zîndanê bi ser de hate sepandin, bo zîndana navendê ya Sine hate veguhastin û bo dema 2 salan li wê zîndanê girtî bû, piştre bo zîndana bajarê Medcid Sulêyman li parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hate dûrxistin.

 

Wî girtiyê siyasî yê Kurd heta niha çend caran ji ber rewşa xwe ya xirab di girtîgehê de, dest bi girevên birçîbûnê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin