ROJHILAT: Bi dehan qurbanî wenda ne!

ROJHILAT: Bi dehan qurbanî wenda ne!

Bandora bobelata lehîyê, li Rojhilata Kurdistanê bi awayekî xurt didome. Hate niha li Loristanê 15 kes can dan û bi dehan welatî jî wenda ne û aqûbeta wan ne dîyar e.

A+A-

Li bajarê Loristan ê Rojhilatê Kurdistanê, heya niha bi dehan kes ji ber lehiyan  winda ne, 15 kesan canê xwe ji dest dane û gelek xelk jî bê mal mane û di rewşeke xirap de dijîn. Ji bilî Rojhilatê Kurdistanê jî , li çend parêzgehên din jî hejmarek xelk ji ber lehiyan canê xwe ji dest dane ku hejmara wan  zêdetirî 70 kesan e.

Hejmara kesên ku ji ber lehiyan li Parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane gihiştiye zêdetirî 15 kesan û hejmara giştî ya kesên ku ji ber lehiyan li seraserî Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dane gihiştiye 10 kesan.

Rêveberê Giştî yê Pizişka Dadê ya Parêzegha Loristanê  Hemîd Rize Nezîfî dibîje,  ji ber lehiyan 3 kesan li bajarê Elîguderz, 3 kesan li Xuremawa. 2 kesan li Kodeşt û 2 kesan li Polduxter herwiha 3 kesan li bajarokê Çengî û yek li Dolfan û kesek  li Dorûd canê xwe jidest dane.

Piraniya wan ziyandîtan, xwarin, derman û cihê germ bidest wan nakeve û ew yek jî bûye cihê nerazîbûna xelkê.

Li parêzgeha Xuzistanê, sopaya pasdaran teqe li xelkê nerazî kirine û di encam de çend kes birîndar bûn.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bi dirûşma “Loristana min, Zagros li benda me ye” kempîneke komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtên Loristanê destpê kiriye  û tevî rewşa aborî ya xirap lê xelk pêşwaziyê li wê kempînê dikin.

Derbarê vê yekê de endamê kempîna komkirina alîkariyan ji bo Loristanê  Adil Derxişanî dibêje: “Berî Newrozê bi 2 rojan û heya niha , zêdetirî 20 kesan li Şêraz , nêzîkî 10 kesan li Gulistan û zêdetirî 5 kesan li Mazenderan û 5 kes li Xorasana Bakur herwiha nêzîkî 5 kesan li Guhgîluye canê xwe jidest dane.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin