Rojavayê Kurdistanê- Qedexeya derketina hatin-çûnê hat ragihandin

Rojavayê Kurdistanê- Qedexeya derketina hatin-çûnê hat ragihandin

Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyanîyekê aşkere kir bi armanca parastina canê hemwelatîyan ji nexweşîya Koronayê biryara qedexeya derketina hatin-çûnê ragihandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja pêncşemê 19.03.2020an di daxuyanîyeke nivîskî de Rêveberîya Xweser aşkere kir bo berjewendîya giştî û wek tedbîrek li hember metirsîya belavbûna vîrûsa Koronayê hatîye dan.

Herwiha li gor daxuyanîyê, qedexeya derketina derve li herêmên di bin desthilata Rêveberîya Xweser de ji roja 23 Adarê saet 06:00 serê sibê ve dest pê dike, lê demek ji bo bidawîhatina qedexeyê nehatîye dîyarkirin.

Ligor biryarê, roja 21ê Adarê ji saet 6 sibê ve tevger û veguhestinên di navbera rêveberîyên xweser û sivîl de û çûn û hatina di navbera bajar û bajarokên herêmên Rêveberîya Xweser de, têne rawestandin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, ku hemû kafeterya, xwaringeh, bazar, salonên şahîyan, ofîsên doktoran û baxçeyên zarokan anku kireş têne girtin.

Hevserokatîya Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê herwiha daye xuyakirin, ku nexweşxane, navendên tendirustî, dermanxane, rêxistinên navdewletî, Heyva Sor, Xaça Sor, lijneyên taqîmkirinê, karê paqijkirina bajêr, firin, otomobîlên ku xwarinê û şîrê zarokan dibin, dê karê xwe bikin û nayên girtin.

Rêveberîya Xweser daxwaz ji xelkê kirîye ku pabendî biryar û rênimayîyan bin û tekez kirîye, kesên ku van biryaran binpê bikin dê bêne cezakirin.

Daxuyanîya Hevserokatîya Encûmena Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bi vî awayî ye:

“Ji ber metirsîya vîrusa Koronayê li ser cîhanê û herêmê û ji bo parastina silametîya şênîyan, em ji tevahîya şênîyên herêmên Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dixwazin van tedbîran pêk bînin:

1-Qedexeya derketina derve li tevahîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ji sibeha roja Duşemê 23ê Adarê ve, di saet 06:00ê sibehê de destipê dike.

2-Tevger û veguhestinên di navbera rêveberîyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja Şemî 21ê Adara 2020an ve di saet 06:00ê sibehê de tê qedexekirin.

3-Tevahîya xwaringeh, bazar, parkên giştî, îyadeyên taybet, holên şahîyan û konên sersaxîyê tên girtin.

4-Ev qedexe nexweşxane, navendên tendirustîyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, Heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijîyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, wesayitên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemenîyê li xwe nagire.

5-Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin pêk bînin û her kesek binpêkirinekê bike dê  rastî berpirsyarîya qanûnî were.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin