Rojavayê Kurdistanê dest bi perwerdehiyê kir!

Rojavayê Kurdistanê dest bi perwerdehiyê kir!

Piştî paşxistinê bi sedema belavbûna vîrûsa korona, werzê xwendinê li rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

A+A-

Piştî paqijkirina dibistanan xwendekar derbasî refên xwe dibin û dest bi xwendinê dikin. Desteya Perwerdeyê (Rêveberî) dide zanîn ku pêwîst e karmend û berpirsên rêvebiriyê zarokên bişînin dibistanên kurdî. Nabe wan derbasî yên rêjîmê bikin. Herwiha dibêje "Xelk azad in eger zarokên bişînin dibistanên rêvebiriyê ya jî yên rêjîmê".

Ev yekemîn sal e ku bekalorya bi kurdî derbasî dibistanên rêvebiriyê dibe. Li gorî rêveberiyê wan gelek mamoste ji bo dayîna bakalorya amade kirine.

Xwendekar dibêjin dê zehmetiyan bikşînin lê kêfxweş in bi destpêkirina werzê xwendinê ji ber ku demek dirêj ew dûrî xwendina xwe ketin.

Li hêleke din ta niha rewşa xwendinê li rojavayê kurdistanê ne cîgar e. Dibistanên rêjîmê gelek bi qerbalix in û yên rêvebiriyê jî ne fermî ne. Tu danpêdaneke navdewletî bi wan tune ye, hin dibistanên taybet jî yên ku bakalorya didan hatin qedexekirin û ev yek dihêle ku metirsî ser siberoja xwendekaran çêbibe. Nemaze di rewşa Sûriyê ya heyî de ku asoyên çareseriyê ne diyar in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin