Rojane milyonek û 200 hezar kerpîç têne hinardekirin

Rojane milyonek û 200 hezar kerpîç têne hinardekirin

Niha ji Herêma Kurdistanê rojane milyonek û 200 hezar kerpîç bo bajarên Iraqê têne hinardekirin.Lê ji ber bihabûna elektirîk û sotemeniyê metirsî li ser girtîna kargehên kerpîçan berdewam e.

A+A-

 

 Di meha sibata îsal de piştî ku Hewlêr û Bexdayê rêkevtina yekîneya gumrikê îmze kirin û di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de deriyên gumrikê hatin rakirin, kargehên kerpîçên sor  ji nû ve dest bi hilberînê kirin. Niha ji Herêma Kurdistanê rojane milyonek û 200 hezar kerpîç bo bajarên Iraqê têne hinardekirin. Lê ji ber bihabûna elektirîk û sotemeniyê metirsî li ser girtîna kargehên kerpîçan berdewam e.

 

Li gor daneyên Rêveberiya Lêkolîn û Plandanînê li Wezareta Bazirganî ya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê 7, li Silêmaniyê 3 û li Duhokê 1 bi giştî Herêma Kurdistanê 11 kargehên modern ên kerpîçên sor hene. Li 11 kargehan salane bi giştî 860 milyon kerpîç têne çêkirin. Niha her pênc kargehên ku bi qebareya ji sedî 65 kar dikin rojane milyonek û 200 hezar kerpîç bo bajarên Iraqê dişînin.

 

Kargeha Hîlal a li nahiya Quştepe ya Hewlêrê yek ji mezintirîn ên Rojhilata Navîn e, û di sala 2015ande hate avakirin. Kargeha Hîlal ku dikare salane 250 milyon kerpîç hilbire, rojane bo bajarên Iraqê 500 hezar kerpîç hinarde dike.

 

Rêveberê Karên îdarî yê Kargeha Hîlalê Seyf Senqrat ji Rûdawê diyar kir ku xwesteke zêde li ser berhemên wan hene û got: “Em ji sedî 95 hinardeya xwe bo Bexda, Enbar, Selahadîn, Necef û Kerbelayê dikin.”

 

Seyf Senqrat da zanîn ku kargeha wan dikare rojane 700 hezar kerpîç çêke û wiha pê de çû: “Xwesteke baş bo kerpîçan heye. Em wekî kargehên Herêma Kurdistanê di mijara nirxê kerpîçan de nikarin rikeberiya kargehên li Iraqê bikin. Hikûmeta Iraqê tonek sotemî (fueloil) bi beramberî 80 dolar dide kargehan. Lê li Kurdistanê piştgiriyeke bi vî rengî nîne. Em tonek sotemenî bi beramberî 300 dolaran dikirrin. Herwiha yek KW elektirîk jî bi 100 dolarî ye.”

 

Her çend bihayê kerpîçan li Iraqê ji Herêma Kurdistanê kêntir bin jî, ji sedî 90 kerpîçên têne hilberîn li bajarên Iraqê têne firotin.

 

Li Iraqê welatî piranî bo avakirina xaniyan kerpîçên sor bikar tînin, lê Herêma Kurdistanê welatî priket (blok) bikar tînin.

 

Xwediyê Navenda Şêwirmendiya Avahiyê Dar Kurdistanê Serkewt Îbrahîm jî dibêje: “Tevî ku avakirina xaniyan bi kerpîçên sor hêsantir e, lê xelkê Herêma Kurdistanê ji erzaniyê di avakirina avahiyên de zêdetir blokan bikar tînin. Herwiha avakirina bi kerpîçên sor pêwîstî bi zêdetir demê heye.

 

Li Hewlêrê 13 kompaniyên mafê damezrandina îmaletxaneyê wergirtine

Li Herêma Kurdistanê herî zêde li bajarê Hewlêrê kargehên kerpîçên sor hene. 13 kompaniyên mafê damezrandina îmalatxaneyê wergirtine, ji wan 7 hatine vekirin, lê tenê 3 çalak in.

 

Rêvebirê Pêşxistina Pîşesaziyê li Hewlêrê Teyip Kejo Elî jî dibêje: “Pêştir bo kargehan nirxê sotemenî û elektirîkê erzantir bû. Lewma tevahiya kargehan çalak bû û rêjeya hilberîna wan jî zêdetir bû. Lê piştî ku krîza aboriyê dest pê kir, êdî me nekarî piştevaniya wan bikin û herwiha bihayê elektirîkê jî girantir bû. Hikûmeta Iraqê jî xalên gumrikê danîn û ji kelûpelên bo bajarên Iraqê dihat şandin bac werdigirt. Ev hemû bûn sedem ku beşek ji kargehan bêne girtin. Niha piştî ku xalên gumirkê hatin rakirin dîsa hinek kargeh vedibin.

 

Kejo Elî diyar kir ku çend caran ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza piştgirtinê ji bo kargehan kiriye, lê heta niha ti bersiveke erênî wernegirtine.

 

Berpirsê Rêveberiya Giştî ya Pêşxistina Pîşesaziyê li Wezareta Bazirganiyê Mistefa Zubêr jî wiha axivî: “Li gor lêkolîn û analîzan axa Herêma Kurdistanê bi taybetî ya Hewlêrê ji bo çêkirina kerpîçên sor gelek baş e. Qalîteya kerpîçan gelek bilind e.”

 

Zubêr herwiha bibîr xist ku ev heyama çend mehan e, herkesê ku bixwaze kargehekê veke dikare di çaroveya yasaya sala 1998an a bi hejmara 20ê de bi qedara 10 salan ji baca dahat û îmaletxaneyê bêpar dibe.

RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin