Roja zimanê kurdî ne 15ê gulanê, lê 25ê adarê ye!

Roja zimanê kurdî ne 15ê gulanê, lê 25ê adarê ye!

Kesê yekemîn, ku ji me ra hema bêje gotîye: -Nebêjin 15ê gulanê Roja zimanê kurdî ye, lê bêjin ew roj 25ê adarê ye,

A+A-

 

Kesê yekemîn, ku ji me ra hema bêje gotîye: -Nebêjin 15ê gulanê Roja zimanê kurdî ye, lê bêjin ew roj 25ê adarê ye, Mîr Celadet Bedirxan (bi naznavê Herekol Azîzan) bûye: –Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e.

Têmûrê XELÎL

Sernivîsa gotarê li we ecêb hat? Hilbet wê ecêb bê. Guhê ku bi dehan salan tiştek bihîstîye û niha tiştek din dibihîse, bêguman wê qebûl neke! Lê her şaşî rast dibin.

Her kurdek roja weşana hejmara pêşin a kovara HAWARê, roja 15ê gulanê sala 1932an, wek Roja zimanê kurdî dide pîrozkirin. Bi qesta ku wê rojê cara pêşin nivîsên bi zimanê kurdî, bi herfên latînî çap bûn. Gelo Mîr Celadet Bedirxan îro di heyatê da bûye, ewê jî wisa bigota? Na, wê negota! Ji ber ku gava kovara kurdî ya delal “Hawar” destbi weşana xwe dike, profêsor Hecîyê Cindî çend hejmarên “Rya teze” û hinek pirtûkên kurdî yên li Yêrêvanê derketî ji redaksyona kovarê ra dişîne. Kovar di hejmara xwe ya 8-an da (sala 1932an) nivîsa Herekol Azîzan (naznavê Celadet Bedirxan e) ser vê meselê çap dike. Em binihêrin çika li wir çi tê gotinê:

“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çîyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştîye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kirîye”.

Di wê hejmarê da Celadet Bedirxan ji pirtûkeke ji Yêrêvanê şandî du helbest weşandine û dawîya nivîsa xwe da ha gotîye: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin.

Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”.

 

Hilbet, Mîr Celadet Bedirxan dîtîye, ku ser her hejmarên rojnameya “Rya teze” hatîye nivîsar ku ji 25ê adarê sala 1930î derdikeve.

Mesele ew e, ku berî sala 1930î Erebê Şemo bi sipartina dewleta Yekîtîya Sovyet elfabayeke kurdî ya latînî amade dike, dewleta Sovyetê dispêre rohilatzanên binavûdeng fikira xwe ser wê elfabayê bêjin, pişt ra hukumeta Sovyetê bi mohr û îmze wê elfabayê testîq dike û dike dewrê, bi wê elfabaya fermî sala 1928an kitêba kurdî a latînî a pêşin a bi sernavê XU-XU HINBUNA XUNDINA NIVISARA KYRMANÇI çap dibe, lê pişt ra jî ji 25ê adarê sala 1930î rojnameya ”Rya teze” çap dibe, ku îro rojnameya kurdî ya here jîyandirêj e li cihanê.

Ango, Roja Zimanê Kurdî bi kêmanî gerekê 25ê adarê, roja derketina hejmara pêşin a rojnameya ”Rya teze” bê pîrozkirin, ku 2 salan berî HAWARê çap bûye.

Ez fêm dikim, ku ev rastî wê bi zehmetî bê qebûlkirin. Lê nizanim bo çi nerastî bi hêsanî hat qebûlkirin?

Lê vê yekê jî xweş bizanibin, ku merivê pêşin ku wê qebûl nekira Roja zimanê kurdî 15ê gulanê be, wê nemir Mîr Celadet Bedirxan bûya.

Kolaja wêneyan: Nura Şane

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum