Roja alaya Kurdistanê de li Ewrûpayê xwepêşandan li dar dikevin!

Roja alaya Kurdistanê de li Ewrûpayê xwepêşandan li dar dikevin!

Di 17.12. 2016ê di roja alaya Kurdistanê de li Almanaya, Danimarka û Swêdê di eynî rojê û saetê de xwepêşandin li dar dikevin û roja alaya Kurdistanê pîroz dikin.

A+A-

Di 17.12. 2016ê di roja alaya Kurdistanê de li Almanaya, Danimarka û Swêdê  di eynî rojê û saetê de xwepêşandin li dar dikevin û roja alaya Kurdistanê pîroz dikin.

Li Almanyayê  Hevkarîya Hêzên Kurdistanî di bin slogana  ”bi hevre ala Kurdistanê bilind bikin, rêz û dilsozîya xwe bo pêşmergeyên Kurdistanê, parêzvanên al û niştiman, dubare bikin” de li bajarê Kolnê li dar dikeve.

Li Swêdê Federasyona Komeleyên Kurdistanê di bin durişmaya ”Serxwebûn ber derî ye, ala pîroz hilde jor” li Stockholmê ber Meclîsa Swêdê xwepêşandinek girseyî li dar dixe.

Li Danîmarkaya Hêzên sîyasîyên Kur û Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê di bin navê "meşa serxwebûna Kurdistanê"  roja alaya Kurdistanê li Christiansborg Slotsplads, Kopenhagenê pîroz dikin.

danmark-alakurdi.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin