Roj roja hevkarîya navxweyî ya kurdên dîasporayê ye

Roj roja hevkarîya navxweyî ya kurdên dîasporayê ye

"Em di van rojên giran de ku welat û xelkê me marûzê şîddet, kuştin û koçberîyê dibe em ferqîyetên xwe yên sîyasî deynin hêlekê, bêyî ku têkevin tefasulan, destên xwe bidin hev, bi hev re tevbigerin."

A+A-

Civîna Meclîsa Piştgirên PAKê di 12ê vê mehê de li Kopenhagê civiya. Meclîsa Piştgirên PAKê bi daxuyaniyekê di derheqê civîna xwe de agahdarî dan. Em li jêrê tevahîya daxuyanîyê çap dikin.

 

"Civîna Meclîsa Piştgirên PAKê yên Ewrûpayê di demeke gelek hesas de li dar ket.

Rojeva sereke ya civînê îşgala Başûrê Rojavayê Kurdistanê bû. Metirsî û xeterîyên li ser gelê me yê Başûrê Rojavayê welat gihîştîye asteke herî bilind. Êrîşa dewleta Tirk bi techîzatên herî modern yên giran, bi deh hezaran leşker, bi dûvikên xwe yên milîs berdewam e.

Serokê DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) Donald Trump bêyî ku aqûbeta gelê herêmê bifikire biryar da ku DYA herêmê terk bike û bi vê biryarê jî Kurdên Rojava di nav dest û lepên Tirkîyê de hîşt. Kurdên Rojava di nav êrîşa Dewleta Tirkîyeyê, rejîma Esad û metirsîya DAÎŞê de bi serê xwe man.

Dewletên cîhanê li gel dewletên herêmê, li Rojavayê Kurdistanê kurdan bi mirinê ditirsînin da ku wan bi tayê razî bikin. Mixabin rewşa nuha jî vê metirsîyê nîşan dide.

Tirkîye bêpaxav û bêfikare bi hemû awa û cûreyî zulm û zordarîya li ser bakurê welatê me didomîne. Bêdengîya sîyasetmedar, rewşenbîr û gelê tirk cesaret dide dîktator Erdogan ku hewrikên dawîn yên demokrasîyê jî bavêje çopê.

Doza daxistinê ya li dijî partîya me hatîye vekirin, beşeke ji van êrîşên li ser gelê me ye.

Di vê rewşa hessas û metirsîdar de gelek kar dikeve ser milê piştgir û dilxwazên PAKê û hemû welatperwerên kurdên li Ewrûpayê. Dem dema dîplomasî, çalakî û hewildanên sivîl û yekrêzîyê ye.

Civîna me li ser kar û xebatên rojên pêş hin tespît kirin û hin biryarên girîng girtin:

-Em di van rojên giran de ku welat û xelkê me marûzê şîddet, kuştin û koçberîyê dibe em ferqîyetên xwe yên sîyasî deynin hêlekê, bêyî ku têkevin tefasulan, destên xwe bidin hev, bi hev re tevbigerin. Em sembol û rengê xwe li ser hev ferz nekin. Ewrûpî ne ji bo sembolên me, ji bo doza me ya rewa û zulm û zordarîya nemirovî ya li ser me ye, ber bi me ve tên an sempatîya xwe rê didin. Em nehêlin di xwepêşandanên me de şer û tundî rû bidin. Tu feydeya şer û tundî ji xwepêşandanên me yên bi heq re nîne.

- Helwesta Kurd û Kurdistanîyan ya li dijî DAIŞê sempatîyeke mezin li ba ewrûpîyan çêkirîye. Tu car ewrûpî wek vê carê tevî xwepêşandanên kurdan nebûne, piştgirî nekirine û sempatî nîşan nedane. Ew jî bûne şirîkê xema me. Dema em bi metodên rast, bi rîyên rast, di cî û wextê rast de tevbigerin dikarin bi hezaran ewrûpîyan tevî çalakîyên xwe bikin. Her tim helwesta xelkê ewrûpî ji ya dezgeh û hukumetên wan pêşdetir e. Helwesta xelkê tesîrê li ser sîyaseta dewletê dike.

-Mizgeftên Tirkan li her derê Ewrûpayê propogandaya leşkerî ya Tirkîyê dikin. Gelek mizgeftên tirkan, bûne bargehê dijminantîya kurdan. Divê em misilmanên kurd agahdar bikin bila neçin mizgeftên tirkan ku bûne cîhên propaganda şer û nîfaqê.

 

-Ziman û naveroka xwepêşandan, axaftin û înformasyonên me ji ewrûpîyan bêtir xîtabî me dikin. Em her çiqas li Ewrûpa dijîn, wek ku em li welêt bin tevdigerin. Ev jî wazîfeyeke ku li pêşîya me ye, divê em rê û organên hevdemî yên ku yekser xîtabî ewrûpîyan dikin bixuliqînin.

-Herçiqas Başûrê Rojavayê welat nuha li navenda rojeva me ya Kurdên Ewrûpayê de ye, em wek dilxwaz û piştgirên PAKê ji bîr nekin daxistina partîya me, nuha ji her demî bêtir di mêtirsîyê de ye. Yê tê qedexekirina ne tenê wek organîzasyon PAK e, navê Kurdistanê ye. Ji bo kampanyayeke dîplomasîyê em û hevalên PSK di amadeyîya hin hewlan de ne. Em bangî hemû welatperwer, dilsozê Kurdistanê dikin ku xwedî li navê xwe derkevin, mil bidin me em di vî warî de jî dewleta Tirk ya bêhiqûq û despot, mahkûm bikin.

-PAK bi hêvîya kultureke nuh, bi îddîa pir rengî û pirr dengî pênc sal berê derket rê. Li gel her tiştî bi xeta xwe ya netewî, bi helwestên xwe yên şefaf û demokrasîya nav xwe, bû navnîşaneke dîyar. Ji bo xurtkirina xeta netewî û demokratîk PAK bi hemû zanîn û hêza xwe li dû partîyek hîn xuttir ku karibe bi erkên xwe yên giran rabe, bûye. PAK her li dû yekkirina hêzan û hevkarîyan de bûye. Dema em salên 2010an binêrin, rewşa berîya PAKê û piştî PAKê wek tabloyekê, zelal li berçavan e.

-PAK namzedê rêxistineke xurt ya li ser xeta netewî û demokratîk e. Ji ber wê ye, derî û paceyên PAKê ji yekîtî û hevkarîyan re herdem vekirî ne. Di vî warî de heta nuha her em însîyatîfgir bûne. PAKek xurt misogerîya xeta netewî û demokratîk e. Em li Ewrûpa û li derveyî welat bangî hemû kesên welatperwer dikin ku li der û dora PAKê bicivin! Em bi hev re bibin şirîkê hêzeke xurt ya netewî, demokratîk, pirr deng, pirr reng û şefaf!

-Em bi wesîleya ragihandina daxuyanîya civîna Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpayê, her weha em 5 salîya partîya xwe jî bi serbilindî pîroz dikin."

Meclîsa Piştgirên PAKê li Ewrûpayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin