“Roj bi roj rêza Tirkîyeyê ya di azadîya çapamenîyê de bi paş de dikeve.”

“Roj bi roj rêza Tirkîyeyê ya di azadîya çapamenîyê de bi paş de dikeve.”

Ropora binpêkirina mafê rojnamegeran a meha Çileyê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê hat belav kirin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Ropora binpêkirina mafê rojnamegeran a meha Çileyê ya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê hat belav kirin

“Di meha destpêkê ya sala 2020’an de ji zext û pêkêtîyên li ser çapamenîyê û rojnamegeran berdewam kirin. Kedkarên çapamenîyê, bi Gelek pirsgirêk û astengîyên cûda re rûbirû man. Doz li wan hatin vekirin û ceza li wan hatin birîn.

Li gel ku di sala 2019’an de pakêteke darazê hatibû amadekirin û qaşo hin sererast kirin ji bo sazî û dazgehên çapamenîyê jî hebûn, divê mijarê de tu guhertin pêk nehatin. Weke berê êrîş û zehmetî ji sazîyên çapamenîyê re hatin derxistin û rojnameger ji karê xwe hatin dûrxistin. Bi vê yekê tê xwestin ku bi rêya çapamenîyê tu dengekî mûxalîf li dijî desthilatê dernekeve. Ji bo vê yekê rojnameyên ku weşaneke muxalîf dikin, danekirinên îlanan li ser wan hatin sepandin.

Dîsa ji ber dîtina mijaran a ji desthilatê cûda, doz li manşetên rojnameyan hat vekirin û kedkarên çapemenîyê ketin ber lêpirsînan. Nêzî hezar rojnamegerên ku bi awayekî azad dixebitin û qelemşorîya desthilatê nakin qertên wan ên zer ên çapamenîyê hatin betal kirin. Lê ji bertekên zêde yên jibo vê yekê careke din qert hatin aktîf kirin. Lê ji hêla serokkomarîyê ve hat ragihandin ku ev qert dinirxandinê de ne. Bi çavê desthilatê heke tu ji bo berjewendîyên wê nexebitî û di weşanên xwe de propagandaya wê nekî tu ne rojnamegerî. Bi vê rêbazê tê xwestin ku her rojnameger xizmeta wê bike.

Jiber van pêkanîn desthilatê, mirov nikare li Tirkîyeyê qala azadîya çapamenîyê bike û roj bi roj rêza Tirkîyeyê ya di azadîya çapamenîyê de bi paş de dikeve.

Em weke komele, daxwaz dikin ku zext û pêkûtîyên li ser çapamenîyê bên bidawî kirin û qadeke ku rojnameger karibin bi awayekî azad kar û xebatên xwe lê bimeşînin bê avakirin. Em dîyar dikin ku heta azadîya çapemenîyê pêk bê dê têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo vê yekê bidomînin.

DANEYÊN STATÎK ÊN RAPORE BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEGERAN

* Derbarê 2 rojnamegeran de doz hat vekirin.

* 12 rojnameger hatin darizandin.

* 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hat birîn.

* 2 rojnameger tehlîye bûn.

* Qertêzer ê çapemenîyê yên nêzî hezar rojnamegerî hat betal kirin û paşê dîsa hatin aktîf kirin.

* 7 rojnameger ji kar hatin derxistin”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin