Roj avayê Kurdistanê çi dibe?

Roj avayê Kurdistanê çi dibe?

Pêşî desthilatdarîya welatê me divê pêşkeşîya wê karê pîroz bike ú hêvîya miletê me carek din şîn bike. Niha qet behsa bakurê welatê me nakim ew şikestinek gelek kurr e mixabin.

A+A-

Baran Hemze 

1-039.jpg

Bi rastî gelek zehmete ku mîrov bêje dê wîsa bibe, aktorên esasî Emrîkî, Rus, di qadê de wek satrancê dest bi fêlbazîya dikin gelek îstixbarêtên herîmî û nav devletî gor xwe grubên xwe çêkirîye û wek hêstira dimeşînin.bila qad gor wan pakijbe hema ji hêstira çi dibe bila bibe ma xema kî ye.
 

Roj avayê Kurdistanê carek din eşkere kir ku devletên dagirker tewî axê xwe yê emperyal derfet nadine ku Kurd destkeftîyê xwe biparêze ú bibe xwedî devletek an mafek sîruştî. Her çend li roj avayê Kurdistanê daxwaza statuyek mîllî tunebijî ev tişt naye guhartin.

Hinek zehmet jî be mîrov wîsa dikare fêm bike, dagirker ji tirsa xwe bi hovane tevdigere û çi ji destê wî tê pêk tîne, dem dem xwe wek gogek digerîne, carna ligel Emrîkî, Rusa ew nebu YE xulase kêderê hêvîyek bo wî hebe xwe davêja wan heger hinek guhê wî/wan bê girtin hedî nizanin çii bikin, bi hovane berê xwe didine Kurda.

Bi rastî li roj avayê welatéme hîn mijek gelek giran heye, tevgera emrîkî bi her avayê naye şopandin rojek gavek davêje aborîya tirka ser û bin dibe. Gavek havêtin şer bo demek sekinî, miletê me jiber top, debabe û balafirê şer xilas bu.
 

Lê ji alîyê din 30 km kurahî ji sînorê bakurê welatê me derdikevin. "Herîma evle" heger ji alîyê hêzê navdewletî bê parastin û ew dewer niştecîyê Kurd têde bicîh bibe dihatuya Kurdistanê dikare mayînde bibe. An dê herîma Kurdistanê de eraba bi cîh bikin ku daxwaza dewleta tirkiyê eve, destpêkê de 2 mîlyon erbe li herîma Kurdistanê bi cîh bikin ew dem roj avayê Kurdistanê tu car nabe wek berê bicîh kirina eraba demografîya Kurdistanê seranser diguhurîne armanca dagirkera ev e.

Wan du rojên dawî daxuyanîya serokê emrîkî Tramp bi rîya twittên balkêş li medya civakî bilav dibe, pesindarîya fermandarê giştî ya QSDê Mazlum Kobanî derdixe pêş û wî dawetê koşka sipî dike. Rayadarên tirk dîn dibin, hêdî nizanin çi bikin.
 

Alîyek dinê wê şerê carek din li serê me xist û jimera dibêje bibin yek heger nebin yek, emê biçin yek û yek. Kadirên Kurdistanê gelek cara rêkeftina Hewlêr û Duhokê tînin ser ziman û gazinde dikin. Bi rastî jî rêkeftina Hewlêrê, Duhokê bi ser bikatena dê hinek rewşa me baştir bibane lê di esasa wê îşê de guhartina radikal gelek zehmet bu.

Çima, ka em berê xwe bidine başurê welatê me. Piştê refarandumê îxaneta hundir darbeyek mezin li destkeftîyê başurê welatê me xist. Di wê ixanetê de fîguran Kurd lê aktör cardin aktörê îrohîne.

Mixabin hîn jî em ji buyerên kîret ders hil nagrin û hêzê pêşmerge dibin yek fermandarîya Kurdistanê de top nakin.

Pêşî desthilatdarîya welatê me divê pêşkeşîya wê karê pîroz bike ú hêvîya miletê me carek din şîn bike. Niha qet behsa bakurê welatê me nakim ew şikestinek gelek kurr e mixabin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin