Rob Benyon: Lyse hêjayî Xelata Şîfa Gerdî ye

Rob Benyon: Lyse hêjayî Xelata Şîfa Gerdî ye

.

A+A-

Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon amaje bi wê kir ku peyamnêra BBCyê Lyse Doucet bi kar û xebatên xwe yên aktîv hêjayî Xelata Şîfa Gerdî hat dîtin.

Çaremîn Xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî rojnamevana BBCyê Lyse Doucet hat kirin, merasîma xelat ji ber tedbîrên Coronayê bi awayekî online birêve çû.

Endamê Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî Rob Beynon jî behsa kar û xebatên Lyse Doucet ku îsal hêjayî xelatê hat dîtin bibîr xist ku ew rojnamevana BBCê bi bernameyên xwe ji Efxanistanê ku yek ji dijwartirîn herêmên cîhanê ye, tê naskirin û got, “Lyse her dem di nav karesatan de girîngî bi nirxên mirovî daye. Bi awayekî hûr behsa rewşa malbat, jin û zarokan kiriye ka di nav çi şert û mercan de dijîn. Hinek xebatên wê yên piştî vegera Talîbanê bêhempa ne. Ev jî yek ji sedemên sereke ye ku me ew hêjayî vê xelatê dît.”

Beynon diyar jî kir ku ew Xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî wan kesan dikin ku pabendin bi belavkirina çîrokên mirovahiyê bi şêweyekî herî balkêş û got, “Şîfa Gerdî jî yek ji wan kesan bû ku di xerabtirîn demên şer de hewl dida xwe bigihîne ronahiyeke hêviyê û aliyên mirovî yên bûyeran didît.”

Di dewama axaftina xwe de Beynon tekez kir, Lyse Doucet bi kar û xebatên xwe yên aktîv hêjayî wê bû ku Xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî wê bê kirin û “divê BBCê bi vê yekê şanaz be. Rûdaw jî şanaz e ku vê xelatê pêşkêşî rojnamevaneke wek Lyse dike.”

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî roja 25ê Sibata 2017an di dema amadekirina raportekê de ji bo bernameya `Fokus Mûsil` ya derbarê komkujiyeke DAIŞê de li Mûsilê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî îro, 25/02/2022, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, “Komîteyê di daxuyaniyekê de derbarê hilbijartina wê jina rojnemvan dibêje, “Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye seba eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin