Rizgarîya Kurdî: Hawar

Rizgarîya Kurdî: Hawar

Hemû destpêk bi qolincan dest pê dikin û hemû destpêk jî bi qolinc in. Hawar jî destpêka qolincên kurdî ye.

A+A-

 

Hemû destpêk bi qolincan dest pê dikin û hemû destpêk jî bi qolinc in. Hawar jî destpêka qolincên kurdî ye. Hin destpêk piştî gelek qolincan bêdûnde dimînin. Bizirê wan di jîyanê de dol nagire. Li pey xwe tu tiştekî nahêlin, carina kêlekê jî. Lê hin destpêk jî bi tov in û li dû xwe ronahîyekê, xweşîyekê, fikrekê, bîrekê, zanînekê û hişekî dihêlin ku ev hemû jî di Hawar’ekê de olan didin. Bi vê olanê re bizrê vê destpêkê xwe li 'kurdanî û kurdîtîyê' belav dike.

Kenan ORMEK

Her kovar bi manîfestoyekê re derdikeve ser dika weşanê ku ev manîfesto armanc û hebûna kovarê bi xwe ye. Jixwe armanca kovarekê ew e ku ji serî heta dawî rê û rêbazên manîfestoya ku daye ber xwe bi cih bîne û bi van rê û rêbazan re hebûna xwe îspat bike. Ango armanc bicihanîn, pêşxistin û pêşbirina manîfestoyê ye.

HAWAR HIŞ Û BÎRA ‘KURDANÎ Û KURDÎTÎYÊ’ YE

Di vê çarçoveyê de gava ku mirov bala xwe dide manîfestoya Hawarê, tê dîtin ku heta ji Hawarê hatîye xwe li dengê zanîna manîfestoya xwe digire û xwe bi zanîna manîfestoya xwe dide nasîn. Xwenasînê ji xwe re dike manîfestoya ‘felat’ û xweşîyê. Hawar baş pê dizane ku heya mirov xwe nas neke nikare tu kesî û tu tiştî baş nas bike û encax kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin jî. Ji bo xwenaskirinê jî hewcedarî bi zimanekî heye ku ev ziman hebûn bi xwe ye. Loma Hawar hebûna xwe li ser ziman ava dike ku ji bo Hawarê hebûna hebûnê ziman e. Zimanê ku hebûna Hawarê berçav û bilind dike jî kurdî ye. Hawar xwe di her tişt û kesê ku bêhna ‘kurdanî û kurdîtîyê’ jê tê daye û ev bêhn weke şûşeyê ‘kurdanî û kurdîtîyê’ bi ser serê kurdan dakirîye. Loma, Hawar destpêka bêhna kurdî, mal û malzaroka dîroka kurdanîyê ye û Hawar hiş û bîra ‘kurdanî û kurdîtîyê’ ye.

HAWAR FIKR Û KEMALA LI XWEDÎDERKETINA ZAR Û ZARAVAYÊN XWE YE

Di manifestoya Hawarê de tiştê herî girîng û sereke ‘kurdanî û kurdîtî’ ye. “Hawar jû pêve bi her tiştê qo qurdanî û qurdîtî pê bendawer e dê mijûl bibe.”[1] Ev herdu bawerî xwe bi zimên, ziman jî xwe bi ibrê mayînde dihêle. Hawar, himbêza ibra zimanekî ye. Hawar fikr û kemala li xwedîderketina zar û zaravayên xwe ye. Belê, Hawar zarokek nûzayî ye, zaroka ‘kurdanî û kurdîtîyê’ ye ku hemû kurd dikarin wê şîr bidin. Ji bilî ‘diayan’ her kes çi ji dest tê dike û hetanî ku Hawar digihêje jî li ber xwe dide. Kesên ku dil dane, ev tişt kirine jî. Loma çi tişt be, çi be, kî be, li ku be, ji ku derê be, çiqas be û çilo be ku tê de hişek, hîsek, bîrek, birînek, awirek û axînek ‘kurdanî û kurdîtîyê’ pê re hebe, ji bo Hawarê hawareke bêhempa ye. Hawar himbêzek şûvmayî ye ku ibra ‘kurdanî û kurdîtîyê’ lê hatîye çandin. Ji ber vê yekê her kesê ku libek zadê (ibra) ‘kurdanî û kurdîtîyê’ pê re heye bi awayekî bi hawara Hawarê ve çûye. Loma Hawar, qêrîn û hawara ‘kurdanî û kurdîtîyê’, deng û gazîya milletekî û jîn û zanîna zimanekî ye.

HAWAR LI SER KURDÎYA XWE, KURDÎ LI SER HAWAR’A XWE ŞÎN DIBE

Hawar ji ber ku bi kurdî û nemaze bi kurmancî dest bi weşanê dike li tu zimanên din xwedî dernakeve û cirra xwe êdî li zimanekî din xweş nake. Ango ‘Pêdivîya zimanên din’ bi Hawarê re pûç dibe û rê li ber kurdan vedike ku êdî nahêle kurd dilê xwe bibijînin zimanekî din. Hawar tenê li piştkulîya kurdî xwedî derdikeve û hemû qiriktalîyên ku kurdî ji ber wan dikişîne bi ibra xwe ya ‘kurdanî û kurdîtîyê’ derman dike. Ew tenê ji malzaroka kurdî diwelide û di hêlîn û himbêza kurdî de mezin dibe. Kurdî ji bo wê aşbûnek e, ew jî ji bo kurdî. Yek dayik e, yek jî zarok. Loma herdu li hev dibanin û herdu xwe diavêjin himbêza hev. Ji ber vê Hawar li zimanê (zarok-dayik) xwe yê dilşikestî, stûxwarî û derbxwarî xwedî derdikeve. Hawar li ser kurdîya xwe, kurdî li ser Hawar’a xwe şîn dibe ku Hawar êdîbesa kurdî ye.

HAWAR DIDE ZANÎN KU QELSBÛN NE QELSBÛNA ZIMÊN E, QELSBÛNA KESAN E

Belê bi Hawarê re pêdivîya hiş û fikrê ‘kurdanî û kurdîtîye’ bi tu zimanên din re nema, ji ber ku êdî “kurdî têra vî hişî dike” û êdî fikra “ne hewce ye tu zimanê din” tê peyitandin. Ev rewş nêta Hawarê bi awayekî teqez dîyar dike. Hawar vê nêta xwe di hişê kurdan de bi kurdî ava dike. Lê gava ku em li rewş û ramanên rewşenbîrên kurdan ên berî Hawarê dinêrin em li rastî fikrekê tên ku gelek kes û rewşenbîrên berî Hawarê, li kurdî weke zimanekî ku têra wan nake dinêrin. Ango em dikarin bibêjin ku bi çavekî ku ‘kurdî zimanekî qels’ e, lê tê nêrîn! Lê Hawar bi me dide zanîn ku qelsbûn ne qelsbûna zimên e, qelsbûna kesan e. Hawar vê rewşê bi xwe re diguherîne û xurtbûna zimên îspat dike û li tercîha bi kurdî nivîsandinê heta dawîyê xwedî derdikeve. Ji ber ku haya Hawarê ji van şaşîtîyan heye naxwaze ev nêrîna şaş dîsa bê dubarekirin, loma ew dev ji “qenaetên şaş, pêşhikim, îdîayên pûç û nêrînên ji zanistê dûr” berdide. Hawar bi ‘qelsbûnê’ danakeve, ew ‘xurtbûnê’ ava dike û Hawar berevajîya van fikran e ku ev jî tercîheke bi exlaq e.

PIŞTÎ KU HAWAR DEST BI WEŞANÊ DIKE ÊDÎ HIŞ Û ZANEBÛN TÊ GUHERTIN

Helbet di kovar û rojnameyên berî Hawarê de rewşa ‘kurdanî û kurdîtîyê’ tê nîqaşkirin, lê divê em bînin ziman ku ev nîqaş herçiqasî ji bo ‘kurdanî û kurdîtîyê’ bin jî, ne bi kurdî tên kirin. Pêşketinê jî ne di ‘kurdanî û kurdîtîyê’ de lê di fikr û ramanên din de dibînin. Ji bo kurdî ramanên xwe tînin ziman û sîyaseteke tûj jî dikin lê ev raman û sîyaset ne bi kurdî dibe. Ango kovar û rojnameyên berî Hawarê bi giranî girrê xwe di sîyasetê de didin û di dawîyê de jî ji alîyê sîyasetê ve berdiavêjin. Ev beravêtin hetanî Hawarê didome û ‘kurdanî û kurdîtî’ hetanî malzaroka Hawarê di tu malzarokên din de dol nagire. Na, ‘kurdanî û kurdîtîyê’ xwe di tu malzarokan de neherikandîye û neceribandîye hetanî malzaroka Hawarê. Lê piştî ku Hawar dest bi weşanê dike êdî rewş tê guhertin û pê re hiş û zanebûn jî. Ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku Hawar êdî baş dizane ku “fikra ‘kurdanî û kurdîtîyê’ bêyî kurdî” nema dibe.

BI KOLANA HAWARÊ RE EM DIGIHÊJIN KOKA ZIMANÊ XWE

Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku haya Hawarê ji kovar û rojnameyên berî wê heye û ji ber ku ev kovar û rojname ji alîyê zimên ve xirrek in, di vî warî de topê diavêjin. Hawar xwe ji van kovar û rojnameyan dişo û bi awayek din dest bi kar û barê xwe dike. Hawar bi têkilîyek din, bi têkilîyek ku heta niha nehatibû ceribandin, dest bi têkilîya xwe û ‘kurdanî û kurdîtîyê’ kirîye û di vê yekê de jî bi ser dikeve. Ev, armanca wê ya sereke ye ku Hawar bi kurdî û ji bo ‘kurdanî û kurdîtîyê’ û bi alfabeya kurdî dest pê dike ku ev yek bi xwe re zimanekî û ziman jî bi xwe re rê li ber xelasîya ji zimanê din vedike. Loma, Hawar rizgarîya kurdî ya ji zimanên din e û hiş û hişyarîya vegera li kurdî ye.

Helbet mirov dikare gelek girîngîyên Hawarê yên din jî bîne ziman ku li gorî bawerîya min Hawar ji bo me bîr’eke bêbinî ye ku her yek ji me dikare bi her ‘kolanê’ re hinekî din xwe bera binê wê bide û hinekî din rê li ber me fireh bike. Ji ber ku her tişt bi kolanê re zelal dibe mirov gava hinekî xwe biêşîne û Hawarê bikole wê bibîne ku mijarên ku îroroj em li ser wan li hev nakin û gelek caran em hevdu diêşînin û dilê hev dihêlin, di Hawarê de hemû hatine çareserkirin. Lewre ez bawer im ku bi kolana Hawarê re em hinekî din digihêjin koka zimanê xwe, dîroka xwe, neteweperwerîya xwe, gîyanê xwe û hwd. Bi hêvîya ku her kesek ji me hinekî din Hawarê bikole.

*

[1] Ev hevoka ku di bin sernivîsa Armanc, Awayê Xebat û Nivîsandina Hawarê (ku ev sernivîsa manîfestoya Hawarê bi xwe ye) de hatîye nivîsandin bi her awayî tiştên ku Hawar dixwaze di derbarê zimên de bike yan jî em dikarin bibêjin ku armanca Hawarê ya zimên bi her awayî eşkere dike û em dikarin weke hevoka herî girîng jî lê binêrin. Ji bo armanca Hawarê bi berfirehî binêrin; Hawar, Belkî, 2012, r.10.

Gazete Duvar

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin