Rêz li destûrê neyê girtin İraq yekgirtî namîne

Rêz li destûrê neyê girtin İraq yekgirtî namîne

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed dibêje ku kar bo wê yekê dikin daku dadweriya civakî û levakirina dahat bi awayekî baş pêk were.

A+A-

 Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq dibêje ku kar bo wê yekê dikin daku dadweriya civakî û levakirina dahat bi awayekî dadperwerî pêk were, bi awayekî debara hejar û çîna jêrê baş bibe, lê krîza aborî, qutkirina buçeya Kurdistanê û şerê DAİŞê bûne asteng li pêşiya hewldanên wan.
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed Sadiq, derbarê rewşa dawî ya navçeyê û Herêma Kurdistanê de ji televizyona CBC ya Erebî re axifî û got ku eger rêz li destûrê neyê girtin İraq yekgirtî namîne.
Li ser pirsyareke derbarê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Yusif Mihemed wiha bersiv da: ‘’Baş e niha asoyeke nû di peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de dixwiye, em hêvîdar in pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareser kirin. Lê divê desthilatdarên Bexdayê wê yekê bizanin, İraqa niha ne İraqa berê ye, dema fermanrewayî ya navendî derbas bûye, niha İraq welatekî federal e, garantiya mana İraqê jî wek welatekî yekgirtî, rêzgirtin e li destûrê.’‘
Derheqa şerê dijî DAİŞê de jî Serokê Parlamentoya Kurdistanê got: ‘’Derketina DAİŞê derencama pirsgirêkên bêhnpêketî yên İraq û navçeyê ye, Pêşmerge bi piştîvaniya welatên hevpeyman, derbeyên dijwar li grûpên terorîst xistine, lê mixabin hikûmeta Bexdayê ji dêlva rêzê li Pêşmergeyan bigire, meaşê Pêşmerge û fermanberên Kurdistanê qut kiriye.’‘

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin