Rêya Kerkûk-Hewlêrê vebû

Rêya Kerkûk-Hewlêrê vebû

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji hêzên Iraqî fermana vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê da, Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku vê êvarê rêya Kerkûk-Hewlêrê hatiye vekirin û niha hatûçûn asayî ye.

A+A-

Li gor nûçeya Rûdawê Berpirsê Ragihandê yê Polîsê Kerkûkê Kamil Weys ragihand: “Rê bi temamî vekirî ye, lê ji ber xerabûna aliyekî pirê, di hatûçûnê de hinek kêşe heye.”

 

Kamil Weys diyar kir: “Ji bo wesayîtên barhilgir li gor pêwîstiyê rêya hatûçûnê tê dayîn, lê ji bo otomobîlên biçûk asayî ye, tenê rêya çûnê ji nav bajarokê Pirdê dibe û ber bi Kerkûkê jî di ser beşeke pirê re derbas dibin.”

 

Piştî kontrolkirina Kerkûk û derdora wê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve di 16ê Cotmehê de û piştî derketina şer û pevçûnan li Pirdê, rêya sereke ya Kerkûk – Hewlêrê hate girtin.

 

Roja 02-03-2018an Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê xwe ve rêya Hewlêr – Kerkûkê û hemû rêyên di bin kontrola Pêşmerge de vekirin, lê belê heta niha hikûmeta Iraqê rêyên aliyê xwe venekirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin