Rêya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike

Rêya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike

Zinarê Xamo nivîsî

A+A-
Tifaqa Welatperwer û Demokrat, jimara rayên girtine diyar kir. Rayên hatine girtin helbet hindik e, dil dixwest gelkî zêdetir bûya. 

Lê belê li gel vê jimara hindik jî ez dibêjim netîceyeke baş e û destpêkek ne xerab e, rind e. 

Rêya herî dirêj jî bi gava destpêkê dest pê dike. Ev gava destpêkê ye û netîce jî ne netîceyeke meriv ji ber fedî bike.
Derket ortê gava meriv bixebite, xwe biwestîne pir hindik fêkiyê xebata xwe digre. Îro 4-5 hezar ray e, sibe ewê bibe sedhezar û milyon. Ya muhîm xebat, berdewamî û îstîkrar e.
 
Lema jî dibê ev xeta kurdperwerî û Kurdistanî were xurtkirin û domandin. 
 
Dubarekirin û rêzkirina kêmasî û şaşiyên PKKê û HDPê tu feydeyê nade kesî, dibê meriv dev ji vê neqareta salan ya vala berde û fikrê xwe bibêje, siyaseta xwe pêşkêşî milet bike. 

Emê çawa û bi kîjan rêyê ji bin vê zulmê û esaretê xelas bibin?

Dibê em viya ji gelê xwe ra bibêjin.

Meriv ne bi dubarekirina şaşiyên xelkê, bi siyaseta xwe, bi kar û xebatên xwe bi ser dikeve.

Fikrên xwe bibêjin, riya çareseriyê nîşanî gel bidin, bixebitin, di praktîkê da xwe îspat bikin, baweriya gel qezenc bikin mesele diqede. Yanî çare xebat e, berdewamî ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin