Rêxistinên PAK û PSK Ewrupa ji bo serokên Komîsyonên Parlamentoya Ewrûpa re daxuyanname meşand

Rêxistinên PAK û PSK Ewrupa ji bo serokên Komîsyonên Parlamentoya Ewrûpa re daxuyanname meşand

Di nameyê de tê gotin: ”Girtina partîyên me ji bilî bêçareserî û xwîndana şiddetê tu encamên din bi dest naxe."

A+A-

Navenda Nûçeyan- 5-6 ê Sibatêli Bruksel, di Parlamentoya Ewropayê de, bi navê "Konferansa Kurd" civînek pêk tê. Ev civîn salê carekê tê organîze kirin,  ya îsal dibe ya 16emîn. Konferans di bin hîmaya hin kesên navdar wek: Desmond Tutu, Şîrîn Ebadî, Bianca Jagger, Naom Chomsky û Leyla Zana tê amade kirin.

Konferans wê li ser; demokrasî, mafên mirovan, krîza koçberiyê, krîza Sûriyê û hwd, bisekine.

Wek piştgiren PAK û PSK li Ewrupa me xwest bi ser navê her du serokên partîyan agahdarîyeke bi formata daxûyanamekê ji Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrupayê ya ji bo HemwelatiyênTirkiyê (EUTCC) Kariane Westrheim û ji Axaftvanên sereke yên ji bo konferansê hatine destnîşan kirin re, bişînin:

Daxûyanname, ji Dimitrios Papadimoulis; Cîgirê Serokê Parlamana Ewropa; ji endamê Parlamenta Ewrupî Nikolaj Villumsen; ji Andreas Schieder; ji Hevgirtina Pêşverû (S&D) sosyalîst û Sosyal demokratên Parlamemtoya Ewrupa, François Alfonsi ji girûba jîngeh / Koma Hevbendiya Azad a Ewrupa re hat şandin.

Di nameyê de tê gotin: ”Girtina partîyan ne çareserîye. Girtina partîyên di navê wan de Kurdistan heye, darbeyeke li demokrasîyê, darbeyek eli huqûqa gerdûnî ya maf û azadîyên bihgehîn.  Girtina partîyên me ji bilî bêçareserî û xwîndana şiddetê tu encamên din bi dest naxe.

Firsetê nedin vê yekê.

Bi vê armancê em gazî her kes û her dezgehên alîgirên aştî, azadî, demokrasî, huqûq û çareserîya aştîyane dikin; di vî warî de hessas bin, li dijî hewldanên girtina partîyên me derkevin, piştgirîya me bikin”.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin