Rêxistinên mirovî yên Efrînê lîsteya binpêkirinan dan komîteke NY

Rêxistinên mirovî yên Efrînê lîsteya binpêkirinan dan komîteke NY

5 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên Efrînê duhî li Cenêvê hevdîtinek bi Komîta Navdewletî ya Lêkolînkirina Rastiyan a Taybet bi Sûriyê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve re pêk anîn

A+A-


5 rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan ên Efrînê duhî li Cenêvê hevdîtinek bi Komîta Navdewletî ya Lêkolînkirina Rastiyan a Taybet bi Sûriyê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve re pêk anîn û raportek derbarê binpêkirinên li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve tên kirin, radestî wê komîtê kir.


Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, şandek ji nûnerên Navenda Lêkolîn a Lêkolînên Yasayî, Koma Kar Ji Bo Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Encûmena Êzidî ya Sûrî û Navenda Zagiros a Mafên Mirovan duhî li koşka Wilson li Cenêvê bi bi Komîta Navdewletî ya Lêkolînkirina Rastiyan a Taybet bi Sûriyê re civiya.
Da zanîn, di civînê de şandê bi hûrî li ser binpêkirinên mirovî yên ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Hikûmeta Demkî û Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) ve û di bin sereperiştiya artêşa Tirkiyê de kar dikin axivî û hemû belgeyên li ber destê wan ji wêne û vîdyoyon radestî wê komîtê kirin.


Endama Şandê û Nûnera Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Sakîne Mihemed derbarê civînê de ji K24ê ra ragihand, endamên şandê di civînê de ji bi Komîta Navdewletî ya Lêkolînkirina Rastiyan a Taybet bi Sûriyê daxwaz kir ku bi mîkanîzmên pêwîst gavên cidî û kirdarî bavêje, ji bo sînorek ji binpêkirinên mirovî û tawanên grûpên çekdar dikin re bê danîn


Sakîne Mihemed da zanîn jî, şanda wan berpirsatiya yasayî di ber hemû wan binpêkirin û tawanan de xiste stûyê Hikûmeta Tirkiye, ji ber ku ew dewleteke dagîrker e û divê bi hemû erkên xwe rabe.
Endama Şandê amaje bi wê yekê kir, di dawiya civînê de şandê raporteke binpêkirin û tawanên ji meha Sibata 2019an ve û ta meha dawiya meha Hezîrana îsal de li Efrînê bûne, radestî bi Komîta Navdewletî ya Lêkolînkirina Rastiyan a Taybet bi Sûriyê kir.


Herwiha Nûnera Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê raporeteke din a binpêkirinên mirovî yên di navbera meha Îlona 2018an û ta meha Sibata 2019an hatine kirin radestî wê komîtê kir.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin