Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 31 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 31 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin

.

A+A-

Di xwepêşandanên ji bo kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê heta niha nasnameya 15 xwepêşanderên ku canê xwe ji dest dane eşkere bûye û Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî ragihand ku di xwepêşandanan de 31 kes hatine kuştin. Her wiha televîzyona fermî ya Îranê ragihand, “Di şer û pevçûnan de 17 welatî û hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane.”

Li piraniya bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve xwepêşandan berdewam in û rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê jî hejmara kuştiyan wek 15 kes radigihînin.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê 22ê Îlona 2022an, li Urmiyê di xwepêşandanên de, 4 welatiyên bi navên Fercad Derwêşî, Ebdullah Mihemedpûr, Metîn Ebdullapûr û Daniş Rahnûma ji aliyê hêzên Îranê hatine kuştin.

Li Şinoyê 3 welatiyên bi navê Emîn Maarîfet, Mîlan Heqîqî û Sedredîn Lêtanî, li Dîwandereyê jî 2 welatiyên bi navê Fuad Qedîmî û Muhsîn Mihemedî hatine kuştin. Her wiha Ferîdûn Mehmûdî li Seqizê, Mînû Mecîdî li Kirmaşanê, Seîd Mihemedî li Şaabadê, Muhsîn Qeyser li Îlamê, Riza Lutfî li Dehgolan û Zekeriya Xeyal li Pîranşarê hatine kuştin.

Serdozgerê Giştî yê Kirmaşanê roja Çarşemê 21ê Îlona 2022an  ragihand ku li Kirmaşanê 2 xwepêşander hatine kuştin lê rêxistinên mafên mirovan heta niha nasnameya yek ji kuştiyan eşkere nekiriye. Li Serdozgeriya Giştî ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîştiye 16 kesan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan heta êvara Pêncşemê 22ê Îlona 2022an heta niha 733 welatî ji aliyê hêzên ewlekariyê ya Îranê ve hatine birîndarkirin.

Li gor Hengawê 33 kes li Dîwandere, Seqiz 74, Bane 40, Mehabad 23, Bokan 34, Sine 110, Merîwan 9, Dehgolan 16, Bîcar 9, Qurwa 32, Kamyaran 11, Tikab 7, Makû 6, Urmiye 60, Pîranşarê 71, Kirmaşan 37, Nexede 18, Şino 43, Îlam 27, Şaabad 40, Eywan 11, Awdanan 6 û Serdeşt 16 kes birîndar bûne.

Hengawê li ser kesên ku hatine di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin got, “Di çar rojên borî de zêdetirî 600 welatî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine girtin ku cihê zêdetirî 100 kesan hatine diyarkirin.”

Mafên Mirovan a Îranê: 31 xwepêşander hatin kuştin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, herî kêm 31 xwepêşander li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Tevî ku amarên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê li ser Rojhilatê Kurdistanê berevajî wan amarên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ve hatine belavkirin be jî hatiye nivîsandin ku tenê şeva borî li bajarê Amûlî yê parêzgeha Mazenderanê 11 xwepêşander hatine kuştin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê, li Dîwandereyê 2 kes, li Seqizê kesek, li Dehgolanê kesek, li Mehabadê kesek, li Urmiyê kesek, li Kerecê kesek, li Pîranşarê kesek, li Kirmaşanê kesek, li Şinoyê kesek û li Quçanê, li Quçanê kesek, li Tewrêz kesek, li Babûlê 6 kes, li Bender Enzelî kesek, li Amûlê kesek û li Îlamê kesek hatiye kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bêyî eşkerekirina nasnameya kuştiyan ragihand, hejmara kuştiyên Rojhilatê Kurdistanê 10 kes diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê nasnameya 15 kesan piştrast kiribûn.

Televîzyona fermî ya Îranê: 17 xwepêşander û polîs hatin kuştin

Li gorî kanala fermî ya Îranê Xeberê, êvara Pêncşemê di encama şer û pevçûnên 4 rojên borî de herî kêm 17 hemwelatî û polîs hatine kuştin.

Televîzyona dewletê bêyî ku agahiyên zêdetir bide an nasnameya kuştiyan bide, got ku 17 kes hatine kuştin, di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di daxuyaniyekê de hejmara ku ji aliyê televîzyona dewletê ve hatibû belavkirin red kiribû.

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû û mejiyê wê rawestiyabû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin