Rêxistina Lêborîna Navdewletî nerazîbûn nîşan da

Rêxistina Lêborîna Navdewletî nerazîbûn nîşan da

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) li hember bicîhanîna sizayê qamçiyan li ser hunermendekî kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tundî nerazîbûn nîşan da.

A+A-

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) li hember bicîhanîna sizayê qamçiyan li ser hunermendekî kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tundî nerazîbûn nîşan da.

Roja 28 Tîrmeha îsal, hikûmeta Îranê 100 qamçî li hunermendê kurd Peyman Mîrzazade da, bi tohmeta ku stranên kurdî gotiye û kincên kurdî li ber kiriye.

Li hember vê yekê, rêxistina lêborîna navdewletî (Amnesty International) di daxuyaniyekê de bi tundî nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew karê hikûmeta Îranê, hovîtî ye û tê wateya qanûnmendkirina hovîtiyê.

Rêxistina Amnesty International daxwaz ji Îranê kiriye, sizayê lêdana qamçiyan her wiha sizayên mîna qutkirina endamên laşê mirov û korkirina tohmetbaran bi temamî betal bike.

Hunermendê kurd Peyman Mîrzazade, ku xelkê gundê Gengeçîn yê Ormiyê ye, ji bilî lêdana 100 qamçiyan bi 2 sal jî zîndan hatiye mehkûmkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin