Rêxistina Efûyê: Li Efrînê bi sedan sivîl di bin rîskê de ne

Rêxistina Efûyê: Li Efrînê bi sedan sivîl di bin rîskê de ne

Rêxistina Efûya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bi sivîlên efrînî di bin rîskê de ne.

A+A-

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de cih da hevpeyvînên 15 kesên ku demek berê ji Efrîn û Ezazê ji malên xwe bibûn. Dîrektorê Lêkolîner ê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê Lynn Maalouf got:

"Ji ber şer û pevçûnên Efrînê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û jiyana bi 100an însan jî di xeterê de ye."

Lynn Maalouf di berdewamiya axaftina xwe de got:

"Nûçeyên ku gund û navçe têne topbarankirin û ev gelekî metirsîdar e. Li herêmê bikaranîna bombeyan li hemberî xelkên sivîl li dijî mafê însan ê navneteweyî ye û divê hemû alî êrişên xwe bi dawî bînin."

Li gor raporta Rêxistina Efûyê, gundiyên efrînî dibêjin: "Artêşa Tirkiyeyê bi seetan û bêyî ku hedefan diyar bike topbaran dike."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin