Rêxistina Amnesty International: Zara Mihemedî berdin!

Rêxistina Amnesty International: Zara Mihemedî berdin!

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ji Îranê xwast, demildest aktîvîsta kurd Zara Mihemedî berde.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina navdewletî ya Amnesty International li ser rewşa girtîya kurd Zara Mihemedî nameyek ji dadwerê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Cebarî re şanda û daxwaz kir, Zara Mihemedî demildest were berdan.

Di nameya Amnesty International de hatîye gotin ku Zara Mihemedî tenê aktîvîsteka sivîl e û ti pêwendîya wê rêxistinên neyarên Îranê ve nîne, ji ber wê jî divê demildest were berdan.

Aktîvîsta kurd Zara Mihemedî roja 23 Gulana îsal, bi tohmeta wê yekê ku pêwendiya wê bi rêxistinên neyarên Îranê ve heye, hatibû girtin.

Zara Mihemed endama dezgeha sivîl ya Nûjîn e ku li gundan digerin û çalakîyên kulturî û zimanî dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin