Rewşa tendurustî ya koçberên Efrînê xirabtir dibe!

Rewşa tendurustî ya koçberên Efrînê xirabtir dibe!

Li gor agahiyan rewşa tenduristî di nav koçberên Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de, li deverên Şehbayê, her diçe kambaxtir dibe û nexweşiyeke metirsîdar di nav xelkê de peyda bûye.

A+A-

Li gor hin jêderan di nav Heyva Sor a kurd e, hejmara welatiyên bi nexweşiya wêranê ketine zêde bûye û bi taybet ji cureya(ABC).

Wan jêderan tekezkirin ku 56 kesên ku bi nexweşiya wêran ya ji cureyên(ABC) û ( BC) li xalên Heyva sor a kurd hatine tomarkirin 31 zarok in û yên dîtir jin in.

Ev rewşa di demekê tê ku rewşa koçberên kurd ên Efrînê li kampên Şehbayê û li gund û bajarokê deverê ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hatiye paşguhkirin û ev yeka rê li ber peydabûna bobelatên tenduristî bi ferehî vedike.

Tê zanîn ku bêhtirî 139 hezar koçberên kurd ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û milîsên bi ser ve de, li kamp, gund û bajarokên devera Şehbayê ya gudewarê helebê, di mercên zehmet de dijîn, di bin siya girtina rê li ber vegera wan bo Efrînê ji hemî aliyan ve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin