Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rewşa siyasî li bakurê Kurdistanê

A+A-

Li bakurê Kurdistan’ê hevsengîyek gellekî nexweş ya sîyasî heye, wate ji nexweşiyê ev e ku bilî derdorên di bin banê Partîya Demokratîka Gelan HDPê û hêza pişt wê da, yên mayî lawaz in, derfetên wana gellekî kêm in, taybetî ji hêla girseyî….

Hinek ji vana jidil in, ti amarên wana bona karîyerîzmê tine ne, hewla karûbarê siyasî didin, li hinek bajaran jî lijneyên xwe vekirine, lê wekî min got astenga girseyî kelbengîyê nahêle .

Hinek xwe wekî partiyekî mîsyonî dibînin, ew jî dizanin ligel şert û mercên îro li bakurê Kurdistan’ê girseyîbûn, civirîn ne pêkan e.

Parek din di nav tevlihevîyê da ne, taybetî derdorên, ku qaşo şopîngerên Partîya Demokrata Kurdistan’ê ne.

Vana ne tenê navên xwe marjînal kirin, herweha navê PDKê jî ku partîyekî xwedî dîrokek neteweyî û nîştimanperwer e, li bakurê Kurdistan’ê wêneyê wê xera kirin…

Li Bakur, berê nav û wêneyek bihêz hebû û hinek derdor lihev dicivandin, herçiqasî di dîroka beşê bakurî da bûyerên nexweş qewimîbin jî, bandora vê nexweşiyê bi demê ra kêm bûbû.

Bê guman, di dîroka hemû sazîyan da bûyerên nexweş dibin, lê eger mebest têkoşînek nîştimanperwer be, divê ev li ser rêya karûbarê siyasî û pêkanîna yekrêzîyê nebe asteng.

Di hêla din da ev hevsengîya xerab dibe sedema valahîyek siyasî, li bakurê Kurdistan’ê, taybetî piştê siyaseta xelet ku rê li ber wêrankirina dewletê vekir û çendin bajarin bakurê Kurdistan’ê hatin rûxandin.

Di encamên rapirsîna sîstema serokkomarîyê da jî nêşitên vê rewşa nû hat dîtin.

Divê ev valahîya siyasî bêt dagirtin, ev bi parçebûna rêxsitinên biçûk naye dagirtin, berevajî bi yekrêzîyek fireh dikane encamek hêvîdar rû bide.

Têt payîn, ku karûbarê siyasî nekeve bin bandora bûyerên nexweş, ji ber ku pêdivîya karekî nîştimanperwerî heye, pêwîst e mirov îro bifikire, bi şert û mercên îro tevbigere.

Bi giştî jîyan di nav xweguhertinekê da ye, herweha siyaset jî…

Lê belê, rastîyek me heye, piranîya rêxistinên me di bin karîgerîya siyaset û bîrdozîya (îdeolojî) dema Şerê Sar da ne, em dizanin ku hinek ji wana wê demê hatin damezrandin.

Her çiqas, parek paşê hatibin damezrandin jî, lê kadiroyên pêşeng di bin karîgerîya wê demê da ne.

Dîsa ji ber sedem û têkiliyên wê demê, di navbera rêxistinan da beramberê hev bêbawerîyek fireh heye û ev dibe astengek dijwar, li ber yekrêzîyê û pêkanîna amancên neteweyî.

Bê guman, ev hêlek neyînê yên rêxistinên Kurdistanî ye, heçkû bi dehan sal bihurîn, him mirov û pêdivîyên wî û him jî jîyan hat guhertin; siyaset, pêywendî, paradîgma û bigiştî cîhana îro di nav xweguhertinekê da ye.

Me divê em guhertina cîhanê baş bişopînin, helwest, reftar û şîrove nebin asteng li ber paşerojê.

Îro li cîhanê partiyên biçûk û teng nikanin encamên baş bi destxwe va bînin, heta mirov dikane bêje ku ti partî bi serê xwe tenê nikane pirsgirêkên nîştimanî û civakî çareser bike.

Bê guman, wekî hemû civatan civata Kurd jî bipir çînê ye, xwedî struktûrek rengîn e, her çîn û struktûra civakê berjewendiyên wana ên jihev cûda hene.

Eger partî li ser derdorên teng xwe rêxistin bike, an wekî rojavayê Kurdistan’ê „şaxên malbatî“ hebin, rewşek weha, bona paşeroja civakê metirsî ye.

Tevgera siyasî ya civatê, di heman demê da nêynika struktûra civatê ye, ji ber ku çawanîya wê geşadanî û têgehêştina civakê bi me dide zanîn.

Bi bawerîya min, dem hatiye ku rêxistinên bakurê Kurdistan’ê, bêşik ez behsa partîyan dikim, divê li ser siyaset û programên xwe ên heta îro rawestin, taybetî şert û mercên hêrêma Rojhelata Navîn û cîhanê baş binirxînin û bernameyên guncaw ligel van guhertinan bipejirînin.

Bê guman, di dilê her Kurdî da daxwaza dewletek serbixwe heye, lê me divê em kulikê xwe daynin ber xwe û ji xwe bipirsin, gelo hêza me û amancê me çiqas nêzikî hev in, ligel hev diguncin?

Pêdivîya bakurê Kurdistan’ê bi siyasetek nîştimanperwer û demokratîk û navendî (merkezî) heye, ji her beşên civakê, ji her ramanên siyasî encax ne li dijî rêgezên demokrasîya civakî (sosyaldemokrasî) û bêşik paqiş, wêneyek ne xerab….

Herweha, li ser daxwaz û amancên hindiktirîn (asgarî) yekrêzîyek xurt.

Bila ji bîra me neçe, ku dagirtina valahî û hevsengîya siyasî bona karûbarê parçeyên din jî dê bibe gavek erênî, ji ber ku li bakurê Kurdistan’ê bihêzbûna partîyekî din hişyarî ye bona destêwerdana hinek partî û hêzan.

03.05.2017/Semsûr

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin