Roza Kurd

Roza Kurd

Hemû nivîsên nivîskar >

Rêwîtiyeke xemgînî ji Amedê bo Colemêrgê

A+A-

Em heyetek bi serokê giştî yê ji PAKê re  ji bo taziya Birûsk Ferhad Tugan ê hêja ji Amedê bi rê ketin  da ku herin bajarê  Colemêrgê.  Rê ya me dûr bû, em bi dilekî xemgîn ji bajarekî wêrankirî diçûn yekî din !

Her em berbi bajarên Serheda rengîn de diçûn , bayekî hênik dilîland, ava kesk û şîn diherikî û çiya bilind dibûn. Li Serhedê  havîn hîn  nehatibû, buhar bû, zevî  ji kulilkên rengareng xemilî bûn, xuşexuşa avê bû. Koçer  konê xwe di nav zeviyên rengareng  de vegirtibûn û pezê xwe diçêrandin. Van dîmenan gotinên helbesta Ahmed Arif anîn bîra min "buhar hatiye çiyayê welatê min" Ew  hest û ew  dîmenên azad û xweş ji nişakave bi kontrola leşkerên tirkan ya reş û tarî hat birîn.

Di wê kêliyê de min dîsa hesta bindestiyê  bi dijwarî  û janeke mezin  hîs kir. Ez di wê baweriyê de me ku hevalên li ba min runiştîbûn heman hest hîs dikirin. Çendî  nexweş e ku mirov li welatê xwe bindest be. Di hemû rêwîtiyê de li gelek  ciyan leşkerên tirkan me sekinandin û nasnameya me kontroll kirin.

Dema em gihaştin ber "Yeni köpru kontrol noktasi" ango pireya navbêna  Gever û Colemergê  li wir kontroll ya mezin hebû. Bi kilometreyan dirêj dora trimpêlan hebû. Xelk di trimpêlê xwe de hema bêje hepskirî bûn. Her hinek bi rengekî, zarok, malbat, yixtiyar hemû bi seetan di wê dorê de ji bo kontrola nasnameya  hetibûn rawestandin.

Bê guman  li ciyekî weha  bi tu hawayî  nehatiye fikirandin ku ihtiyaciyên wan kesan yên di wê dora dijwar de heye. Xelk, ji rêya dûr diherin,  tî dibîn birçî dibin ihtiyaciya avdestê dibe.  Di rewşek weha de ji neçarî xelk şûşeyên avê,  hemû gemara xwe ji trimpêlan dawêjin ber rê. Bi kilometreyan li kêleka rê sergoyên gemarê çêbibû. Ji şûşeyan bigre , kaxez, karton, paçikên zarokan yê lewitî, hertişt li ber çavan bû. Tuwaletek muwaqat li wir hebû ku ji  zêdebikaranînê lehî lê rabibû. Ji bo ku teybet qaşo jin bikaribin herin wir diviya bû bi mêrekî  û konvojek eskeran re herin wir.

Piştî zêdeyî du seetan em ji kontrolê derbas bûn û em gihaştin Colemergê. Ji bo min Colemerg wek gelek bajarên Kurdistanê yên  ciyê  serxwebûn û berxwedana  azadiya Kurdistanê ye. Dema em ketin hundurê bajar, xemgîniyekê jana xwe da dilê min, hem em diçûn taziya hêjayiyekî Kurdistanî û hem jî rewşa bajar û rewşa gelê bajêr.

Ne mirovatiye ku ji i bo ketin û derketina bajarê xwe mirov bi seetan di dora kontrolê de be. Em berbanga sibê ji Amedê bi rê ketibûn û li gor hesaban em diviyabû  li dor seet 13.00-14.00 bighiyaştana Colemêrgê, lê piştî wê rêwîtiya dûrûdirêj û kontrola hov  em ancax berêvarê  gihaştin ciyê taziyê. Mirina dijwar bê rawestan kon li ber deriyê kurdan vegirtiye...

2016/06/17

 

Önceki ve Sonraki Yazılar