Rêvebirên KOMKARê hatin girtin

Rêvebirên KOMKARê hatin girtin

Rêvebirên Yekitîya Komaleyên Kurdistanê Li Elmanya (KOMKAR) Bekir Topgider û Şeref Akgül li Tirkîyeyê hatin girtin. Herçend xeta KOMKARê ji ya PKKê gelek cihê be jî herdu rêvebir bi endametîya PKKê tên tawanbar kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêvebirên Yekitîya Komaleyên Kurdistanê Li Elmanya (KOMKAR) Bekir Topgider û Şeref Akgül li Tirkîyeyê hatin girtin. Herçend xeta KOMKARê ji ya PKKê gelek cihê be jî herdu rêvebir bi endametîya PKKê tên tawanbar kirin.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Derve ya Almanyayê niha li Tirkîyeyê 60 hevwelatîyên Alman di girtîgehan de ne û di derbarê 55 hevwelatîyan de jî qedexeya derketina ji Tirkîyeyê heye. Rêvebirên KOMKARê Bekir Topgider û Şeref Akgül jî dema ku ji bo seredanên malbatê çûbûn Tirkîyeyê hatin girtin û bi endametîya PKKê tên tawanbar kirin. Rêvebirê KOMKAR a Kölnê Lezgin Aydoğmuş di derbarê girtina hevkarên xwe de bû mêvanê Bernama Kurdî.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin