Rêvebirên Însîyatîfê li Batmanê qedexeya walî şermezar kirin

Rêvebirên Însîyatîfê li Batmanê qedexeya walî şermezar kirin

Rêveberên Însîyatîfê ji bo vê biryara qedexe kirinê protesto bikin, li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

A+A-

Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê li Batmanê ji bo roja 20.08.2017an amadekarîya Konferanseke piştgirîya referandûmê ya girseyî dikir. Lê Walîtîya Batmanê ev konferans qedexe kir.

Rêveberên Însîyatîfê ji bo vê biryara qedexe kirinê protesto bikin, li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

Berdevkê Hereketa Azadî Ayettüllah Aşitî, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê PSKyê Mesud Tek û endamê Însîyatîfê parêzer Sebahattin Korkmaz, li gel endamên Însîyatîfa Batmanê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

Dezgehên ragehandinê û çapemenîyê û piştgirên Însîyatîfê jî beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Civîn bi axaftina berdefkê însîyatîfê yê li Batmanê Aydın Üneş dest pê kir. Aydın Üneş bixêrhatina beşdaran kir û qedexeya Walîtîya Batmanê şermezar kir.

Paşê li ser navê Însîyatîfê  Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi Kurdî axaftinek kir. Bi Tirkî jî Berdevkê Hereketa Azadî Ayettüllah Aşitî axaft. 

Mustafa Özçelik, qedexeya Walîtîya Batmanê û ya Walîtîya Wanê şermezar kir û got ‘’Emê xebatên xwe berdewam bikin’’. Mustafa Özçelik ji ber xebatên li Batmanê hatine kirin Însîyatîfa Batmanê pîroz kir, spasîya wan kir.

Axaftinên Kurdî û Tirkî li gorî daxuyanîya hatibû amade kirin hatin pêşkêş kirin.

Piştî axaftinên li ser navê Însîyatîfê hatin kirin, bersîva pirsên rojnamevanan hate dayin.Endamên Însîyatîfê di vê derbarê de weke bersîv bîr û rayên xwe anîn ziman.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin