Rêveberiya Xweser Û Şam Ketine Tevgerê

Rêveberiya Xweser Û Şam Ketine Tevgerê

Lê belê hikûmeta Sûriyê weke berê bi dilgermî pêşwaziyê li wan danûstandinan nake û heya niha deriyê xwe li ber MSDê venekiriye.

A+A-

Piştî ku bi kiryar pêngavên avakirina navçeya aram ji aliyê Amerîka û Tikriyê ve hatin avêtin, Rêveberiya Xweser li bakurê rojhilatê Sûriyê, carek din pirsa danûstandina li gel hikûmeta Sûriyê derxiste holê. Lê belê hikûmeta Sûriyê weke berê bi dilgermî pêşwaziyê li wan danûstandinan nake û heya niha deriyê xwe li ber MSDê venekiriye.

Piştî destpêkirina cîbicîkirina qonaxa yekem ji rêkeftina naverba Amerîka û Tirkiyê, derbarê Navçeya Aram, li Bakurê-Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, tê çaverêkirin ku hinek guhertin û pêşhateyên nû derkevin holê.

Ji wan pêşhateyan, hewlên jibo ji nû ve destpêkirina danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li aliyekî û hikûmeta Sûriyê li aliyekî din e, ku heta niha encamên wan hewlan ne diyar in û bi fermî jî tiştek derbarê wan de nehatiye ragihandin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, hinek hewl û hevdîtin têne dan ku careke din, şandeke MSDê serdana Şamê bike.

Lê piştî rêkeftina li ser Navçeya Aram a di navbera Waşington û Enqereyê de, hikûmeta Şamê bi coş û dilgermî pêşwaziyê li wan danûstandinan nake, bi taybetî ji ber nêzîkbûna Rêveberiya Xweser ji Amerîkayê.

Herwiha li gorî nerîna hinek çavdêrên siyasî ku wê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê kaxeza sînor ji destê Rêveberiya Xweser derxist, êdî helwesta wê li hember hikûmeta Sûriyê lawaz kir.

Di heman çarçoveyê de, endamê Polîtboruya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand: “Eger helwesteke cidî ji aliyê Şamê ve hebe û aliyên siyasî yên Tevgera Kurdî amade bin ji bo hevtêgihiştinekê û lihevkirinekê derbarê pirsa Kurdî li Sûriyê de û xizmeta wê pirsê, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, amade ye ligel aliyên Kurdî di danûstandinên ligel Şamê de, beşdar bibe.”

Her li gorî zanyariyan, heta niha Şamê deriyê xwe li ber wan aliyan venekiriye.

Berî niha jî Rêveberiya Xweser û MSDê çend caran hewlên destpêkirina danûstandinan bi Şamê re dan, daku ligel Şamê deriyê diyalogê bêne vekirin, lê heta niha encamên praktîkî yên wan hewlan nehatine dîtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin