Rêveberiya Xweser: Di êrişên Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dan

Rêveberiya Xweser: Di êrişên Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dan

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di êrişên vê dawiyî yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de 59 kesan canê xwe ji dest dan ku 19 ji wan şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bûne. Rêveberiya Xweser herwiha bang li Rûsya û Amerîkayê kir ku “Pêşiya binpêkirina mafan a ji aliyê Tirkiyê ve bigirin”.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya bombebaranên û topbaranên artêşa Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê yên di heyama 6 rojên borî de pêk anîne eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 19 şervanên HSD, 16 sivîl û 24 leşkerên Sûriyeyê bi giştî 59 kesan jiyana xwe ji dest dane û 73 kes ku ji wan sivîl 33,  şervanên HSDê 13 û 25 leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Di 20ê Mijdarê de, artêşa Tirkiyê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de, operasyona asmanî ya bi navê “Pençe-Şûr” dabû destpêkirin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di êrişên asmanî de 50 balafirên şer û 20 balafirên bêmirov depoyên xurekê, qadên enerjiyê û cihên sivîlan kirine hedef û da zanîn ku gelek sivîl neçar mane koç bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Sivîlên li wargehên li ser sînor neçar man malên xwe biterikînin û hin jî neçar man koç bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destnîşan dike ku “şerê Tirkiyê li dijî herêma wan şerekî aborî ye” û dibêje: “Êrîş ne nû ne û aramiya herêmê hedef digire.”

Di daxuyaniyê de bang li rêveberiyên Amerîka û Rûsyayê jî hat kirin ku pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin her du dewletan glopa kesk bo bikaranîna qada hewayî pêxistine.

Di heman demê de Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku destwerdana li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê dê ne tenê li herêmê, herwiha dê bandorê li hevsengiyên hemû cîhanê bike.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê Pence Şûr bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê dikin ku dê di demeke nêzîk de operasyoneke bejayî jî bo ser Rojavayê Kurdistanê destpê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan ragihandibû, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha gotibû, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin