Rêveberiya Xweser: 3 kesên bi kolerayê ketibûn can dan

Rêveberiya Xweser: 3 kesên bi kolerayê ketibûn can dan

.

A+A-

 Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir, li Rojavayê Kurdistanê 3 kesên bi kolerayê ketibûn can dan.

Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê li ser facebookê derbarê nexweşîna kolerayê de daxuyaniyek belav kir û got, 3 kesên ku bi kolerayê ketine can dane û hişyarî da ku nexweşî li Reqa û Dêre Zorê belav bûye.

Herwiha Lijneya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de wiha destnîşan kir: “Nexweşiya kolerayê li Reqa û rojhilatê Dêre Zorê zêde belav bûye. Li aliyê din 3 welatiyên ku bi kolerayê ketine can dan. Em bang li rêxistinên navneteweyî bi taybetî Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO) dikin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiya kolerayê tevbigerin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin