Rêveberê nahîyeya Batîfa: Tirkîyê hêzeke zêde anîye navçeya me

Rêveberê nahîyeya Batîfa: Tirkîyê hêzeke zêde anîye navçeya me

Rêveberê nahîyeya Batîfa ragihand, Tirkîyê hêzeke zêde anîye derdora gundên ser bi wê nahîyeyê ve û dibêje jî, bombebarana tund a firokeyên Tirkîyê li dewrûbera wan gundan berdewam e.

A+A-

 

Dilşêr Ebdulstar, Rêveberê Nahîyeya Batîfa beşdarî bultena demjimêr 10.00 a Rûdawê bû û derbarê  rewşa navçeyê û bombebaranên Tirkîyê de ragihand, “îro bombebaran nebû, lêbelê şeva derbasbûyî ji demjimêr 21.30 ta 22.00 firokeyên Tirkîyê derdora gundê Minînê bi tundî bombebaran kirin.”

Li gor gotina Dilşêr Ebdulstar, ji destpêka êriş û operasyona Tirkîyê ve, rûniştvanên 12 gundên ser bi nahîyeya Batîfa ve zerarmend bûne, gundê Keşan jî hatîye valakirin û xelkê wî gundî çûne navenda nahîyeya Batîfa û beşek jî çûne navenda qezaya Zaxo.

Rêveberê Nahîyeya Batîfa dibêje, “Tirkîyê hêzeke zêde anîye nêzikî gundên Minîn, Keşan, Şeraniş û Pîrbilê û xelkê wan gundan nikarin biçin ser rez û baxên xwe. Ji ber ku bi berdewamî ew dever tên bombebarankirin. Lêbelê ji ber ew navçe navçeyeke qedexekirî ya şer e, zanyarîyên me li ser hejmara wan leşkerên Tirkîyê nîne ku hatine navçeyê. Bi heman rengî zanyarîyên me li ser wê jî nînin ka PKK li wan navçeya heye.”

Her li gor gotina Ebdulstar, ji sala derbasbûyî ta niha, nêzikî 32 hemwelatîyan canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne. Hevdem zîyaneke zêde bi ber navçeyê ketîye û dibêje, “Êvarîya roja Sêşemê em hatin agahdarkirin ku agirekî mezin bi çoltera gundê Kerpt Elî ketîye. Piştî pêdaçûna me derket ku firokeyeke bêfirokevan ketîye xwarê. Her ji ber wê sedemê jî 80 donim ji zevî û daristanên wê navçeyê şewitîne.”

Artêşa Tirkîyê di 15ê vê mehê de operasyona ‘Pençe Baz’ û di 17ê vê mehê de jî êrişa bi navê ‘Pençe Piling’ li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin û piştre serbazên Tirkîyê li bejayî dest bi êrişa li dijî gerîlayên PKKê kiribûn û firokeyên Tirkîyê jî ji wê demê ve wan navçeyan bi tundî bombebaran dikin.

Di encama operasyon û êrîşên asmanî yên vê dawîyê yên Tirkîyê de, heta niha hejmarek welatîyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jîyana xwe ji dest dane.

Ji ber operasyona vê carê ya artêşa Tirkîyê û berdewamîya şer, derdora 50 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê di rewşeke ne aram de ne.

Herwiha Berdevkê Wezareta Pêşmerge jî ji Rûdawê re ragihandibû, artêşa Tirkîyê bi kurahîya 20 heta 40 kîlometre û artêşa Îranê jî bi kurahîya 10 kîlometre xaka Herêma Kurdistanê bezandine.

Niha jî li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê şer û pevçûnên dijwar di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkîyê de berdewam in.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin